Here naverokê

Zoran Milanović

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zoran Milanović
Image dans Infobox.
Reîscimhûrê Xirwatistanê (en)
dp.
Kolinda Grabar-Kitarović (en)
Serokwezîrê Xirwatistanê (en)
-
Jadranka Kosor (en)
Tihomir Orešković (en)
Parlementer li Parlamena xirwatî (d)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Cîwar
Perwerde
Fakulteya Hiqûqê ya Unîversîteya Zagrebê (en)
Unîversîteya Zagrebê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Qada xebatê
Partiya siyasî
Partiya Demokratîk a Sosyal a Xirwatistanê (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Grand Order of King Tomislav (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Zoran Milanović
Şanenav

Zoran Milanović (bilêvkirina xirwatî: [zǒran milǎːnoʋitɕ], jdb. 30ê çiriya pêşîn a 1966an) siyasetmedarekî xirwat e ku ji 2020an ve reîscimhûrê (en) Xirwatistanê ye. Berî ku bibe reîscimhûr, ew ji 2011an heta 2016an Serokwezîrê Xirwatistanê û ji 2007an heta 2016an serokê Partiya Demokratîk a Sosyal (en) (SDP) bû.

Piştî ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Unîversîteya Zagrebê mezûn bûye, Milanović li Wezareta Karên Derve dest bi kar kir. Ew di navbeyna salên 1996-1999an de şêwirmendê mîsyona xirwatî ya Yekîtiya Ewropayê û ya NATOyê li Brukselê bû. Di eynî salê de tevlî SDPê bû. Wî di 1998an de ji Unîversîteya Serbest a Brukselê dîplomaya masterê di Hiqûqa Yekîtîya Ewropayê de wergirt. Di 2003an de muavînê wezîrê derve yê Xirwatistanê ji bo karên siyasî yên piralî bû. Piştî mirina serokê partiyê yê demdirêj û serokwezîrê berê Ivica Račan (en), ew di hezîrana 2007an de ji bo wezîfeya serokê SDP hatiye hilbijartin. Partî di bin serokatiya Milanović de di hilbijartinên parlamentoya Xirwatistanê yên 2007an (en) de ketiye rêza duyem û nikaribû hikûmeta piraniyê (en) ava bike. Hegerçî di hilbijartinan de têk çû, di 2008an de dîsa bûye serokê partiyê. Milanović di 2011an de dest bi avakirina Koalîsyona Kukurikuyê (en) kir ku çar partiyên siyasî yên merkez û merkez-çepê yek bike. Koalîsyonê di hilbijartinên parlamenî yên Xirwatistanê ya 2011an (en) de piraniya mitleq bi dest xist û SDP bixwe bû partiya herî mezin di parlamena Xirwatistanê (en) de. Piştî ku parlamen kabîneya wî tesdîq kir, Milanović di 23ê kanûna pêşîn a 2011an de bû Serokwezîr.