Zubeyde Xanim
Zubeyde Xanim | |
|---|---|
| Navê rastî | |
| Jidayikbûn | 1857 |
| Mirin | 14 kanûna paşîn 1923 Mala Bîreweriyê ya Letîfe Xanim |
| Cihê goristanê | Aramgeha Zubeyde Xanim |
| Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
| Hevjîn | |
| Zarok |
|
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Zubeyde Xanim, bi tirkiya îro Zübeyde Hanım (jdb. 1857 - m. 15ê çileya 1923an) dayika damezrîner û yekem serokkomarê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatürk bû. Ev keça yekane ji sê zarokan ya malbata Hacısofular bû ku du birayên wê jî hebûn. Zubeyde di 1857an de li gundê Langaza a herêma Selanîkê, îro Yewnanistan, ji dayik bû.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zubeyde Xanim di 1857an de li Langaza hatiye dinê û li gorî dîroknasê tirk Şevket Süreyya Aydemir, ev bi eslê xwe tirkên yoruk bû.[1] Hinek zanyar îdia dikin ku ev bi eslê xwe slavî (pomak/torbeş) bû.[2] Hinek dîroknas jî îdia dikin ku ew bi eslê xwe alban û makedonî bû.[3] Zübeyde jiyana xwe ya pêşîn li zeviyekê li başûrê Albanyayê derbas kir, wek keça kirêdarekî piçûk.[3] Ev wekî porzer, çavşîn û xwedî qalindahiyek xurt dihat wesifandin. Tê bawerkirin ku ev paşxaneya etnîkî bandor li kurê wê, Mustafa Kemal, ku paşê wekî Atatürk tê nasîn, kiriye.[4]
Perwerdehiya Zubeyde Xanim bingehîn bû û tenê ji fêrbûna xwendin û nivîsandinê pêk dihat.[5] Ji ber ku ev dixwend û dinivîsand, hinek kes lê bi navê Zübeyde Molla (keseke zana û mamostetiya kesên din dike, bi taybetî mamosteya teolojiyê) lê kirin.[5]
Zubeyde Xanim misilmaneke dilsoz bû û di encama perwerdeya xwe ya olî de, wê kurê xwe Mustafa li dibistanek herêmî (mahalle mektebi) tomar kir, ku dibistanek îslamî ye ku Quranê hîn dike.[5]
Zewaca yekem a Zubeyde Xanim di 1871an de bi Elî Riza Efendî re bû. Di ve demê, ev 14 an 15 salî bû û ew 32 salî bû. Bi porê xwe yê zer ê tarî, çavên xwe yên şîn ên kûr û çermê xwe yê spî, wê heyraniya Elî Riza, cerdevanekî sinor, bi dest xist. Xwişka mezin a Elî Riza ev zewac organîze kir - wekî kevneşopiya wê demê bû. Zubeyde Xanim di destpêka xortaniya xwe de bû û 20 sal ji mêrê xwe biçûktir bû. Zaroka wan a yekem Fatma bû, piştre Ömer û Ahmet hatin, lê hemî di zarokatiyê de mirin.[4] Di 1881an de, wê kure wê Mustafa Kemal û di sala 1885an de keçek bi navê Makbule anî dinyayê.[4]
Zubeyde Xanim jî di 1889an de keçek bi navê Naciye anî dinyayê, lê ew di zarokatiya xwe de ji ber nexweşiya tuberkuloz mir.[4]
Ew di temenê ciwaniyê de jinebî ma, ji ber ku mêrê wê dema ku Mustafa Kemal şeş salî bû mir. Piştî mirina wî, Zubeyde Xanim û her du zarokên xwe, Mustafa û Makbule, çûn cem birayê wê Hüseyin, ku li derveyî Selanîkê rêveberê çandiniyekê bû, dijîn.[4]
Di zewaca xwe ya duyem de ev bi Ragip Bey re zewicî bû, ku ji zewaca wî ya berê çar zarokên wî hebûn. Wê di dema Şerê Rizgariya Tirkiyeyê ya 1919an de nekarî bû ku lawê xwe Mustafa Kemal bibîne.[4]
Piştî Şerên Balkanê, dema ku qûwetên osmanî Selanîk ji dest Yewnanistanê winda kirin, ev bi keça xwe Makbule re li taxa Beşiktaş-Akaretler a Stembolê koçkirin.[4] Di 1922an de ev koçî Enqere kir, lê keşûhewa ji bo wê ne guncaw bû, ji ber vê yekê ew şandin Îzmîrê.[4]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zubeyde Xanim di 15ê çileya 1923an de mir û di sala 1940an de ji bo wê bîrdariyek hate çêkirin, ku ev niha li wir radizê.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Şevket Süreyya Aydemir, Tek Adam: Mustafa Kemal, Birinci Cilt (1st vol.): 1881–1919, 14th ed., Remzi Kitabevi, 1997, ISBN 975-14-0212-3, p. 31. (bi tirkî)
- ^ Zadrożna, Anna (31 tîrmeh 2017). "Reconstructing the past in a post-Ottoman village: Turkishness in a transnational context". Nationalities Papers. 45 (4): 524–539. doi:10.1080/00905992.2017.1287690. S2CID 132176422.
- ^ a b Fodor, Marcel William (1939). South of Hitler (bi îngilîzî). United States, University of Wisconsin - Madison: Houghton Mifflin. r. 73.
Diya wî, Zübeyde, keça kirêdarekî piçûk ê zeviyeke li başûrê Albanyayê bû. Li gorî delîlên pêbawer ên ku min karî berhev bikim, ev jina porzer, çavşîn û bihêz alban bû ku diya wê jî makedonî bû. Mustafa Kemal bi çavên xwe yên şîn û porê xwe yê zer dişibiya...
- ^ a b c d e f g h Çalışlar, İpek (4 çiriya pêşîn 2013). Madam Atatürk: The First Lady of Modern Turkey (bi îngilîzî). Saqi Books. ISBN 9780863568473.
- ^ a b c "SABAH - 11 Mayıs 2008, Pazar - ENGİN ARDIÇ". sabah.com.tr. Roja gihiştinê 17 hezîran 2025.
- ^ Winer, Jerome A.; Anderson, James W. (5 îlon 2013). The Annual of Psychoanalysis, V. 31: Psychoanalysis and History (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 9781134911820.