Zuckertüte

Zuckertüte (bilêvkirina almanî: [ˈtsʊkɐˌtyːtə]; kurdî: Tûrê şekir) diyariyek e ku zarokên li Almanya, Awistirya, Polonya û Komara Çek di destpêka pola yekem de werdigirin. Diyarî wekî qûçek û koniyan tê çêkirin û bi şîrînahiyan tê dagirtin. Kevneşopiya vê diyariyê ya pola yekem di destpêka sedsala 19an de li Almanyayê, bi taybetî li Saksonya û Turîngiyayê pêk hatiye.[1]
Dema ku zarokên li Almanya, Awistriya, deverên Swîsre û Belçîkayê yên ku bi zimanê almanî diaxivin, deverên Komara Çekê yên nêzîkî sinorê Almanyayê û deverên Polonyayê (Polonyaya Mezin, Sîlezyaya Jorîn, Warmia), piştî ketina pola yekem ji bo roja xwe ya yekem a dibistanê derdikevin, dê û bav û/an dapîr û bapîrên wan vê konê mezin ku tê xemilandin û tijî pêlîstok, çîkolata, şekir, pêdiviyên dibistanê û cûrbecûr xwarinên din ên taybet, diyariya zarokan dikin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Hans-Günter Löwe: Schulanfang. Ein Beitrag zur Geschichte der Schultüte. Edisi Freiberg, Dresden 2014, ISBN 978-3-943377-28-6, str. 19 mit Anm. 15.