Mîtra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîtra, li gorî peykerekî li muzexaneya Louvre ya Parîsê.

Mîtra, an Mêr an Mêhr, serokoldar û pêxemberekî olî ku di dema mîtanniyan de jiya. Dema Mîtra, berî dema Zerdeşt bû. Mîtra, hizrên xwe yên ku hanîn ser ziman, ola wî bi navê "ola Mîtra" afirand. Di derbarê ola wî de, zêde nivîs nemane li roja me. Lê ji aliyê bermehîyên kevnera û antîkî ve gelek bermehîyên ji ola wî mane. Mitra, oldarekî mîtannî û ji mitanniyan bû. Mîtra hizrên xwe ên ku hanîn ser ziman, demên piştî xwe re ên olî û felsefê jî dane kifşkirin. Bandûra baweriya Mîtra ji Mezopotamya li Anatolyayê jî bûye. Li hemû herêmên Asyayê bûye. Ji ber Diclê û Firatê heta ku digihijê Hindistanê, di qadeke mazin de bandûra wî û hizrên wî ên olî bûye. Li gorî ku tê zankirin Mîtra li dora sedsala 11an û an jî 10an beriya zayîna Îsa jiya ye. Di hin nivîsên bizmarî de ku navê wî hatî dîtin, di wan de navê Mîtra bi rengê "mîtrassî" jî hatiye dîtin û kifşkirin .[1]

Mîtra, piştî xwe re demek daye destpêkirin. Hizrên wî, piştî wî re pêşketinên olî û felsefekî bi hevdû re dane destpêkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ The indo-eurpean elements in hurrian by Arnaut Fournet and Allan R. Bomhard, http://www.nostratic.net/books/(432)bomhard-hurrian.pdf[girêdan daimî miriye]