Îbn Betûte

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ibn Betûte
Ibn Betûte
Navê rastî
Abu Abdullah Muhammad ibn Abdullah al-Lawati al-Tanji ibn Battuta
Jidayikbûn24ê sibata 1304an
Mirin1368/1378
Marakeş, Maroko
EsilAmazigh
PîşeQadî û gernas
biguhêreBelge

Îbn Betûte yan jî Ebû Ebdullah Muhemmed îbn Betûte (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن بطوطة‎, lat. Abu Abdullah Muhammad ibn Battuta), jdb. 24ê sibata 1304an (703ê koçî) li Tence, Mexribê − m. 1368/1378[1] (770/780î koçî) li Mexribê, dadrês, qadî û gerokekî bi eslê xwe berberî ko di sedsala 14an de jiyabû.

Îbn Betûte wexta ko 21 salî bû çûbû Hecê li Mekeyê. Pîştî hecê ew dest bi gerê xwe dike û bi temamî çûna xwe ya dorê 120.000 km, di welatên misilmanan de bi dawî vedigere welatê xwe. Ew di pirtûka xwe ya bi navê "Ger" (bi erebî: تحفة النظار في غرائب الأمصار وعجائب الأسفار‎, Tuhfat an-nuzzar fi ghar'ib al-amsâr wa'ajâ'ib al-asfâr), bi kurtî Rihle (bi erebî: الرحلة‎) de ew serboriyên xwe dinivise.

Lê bo ko ji xeynî pirtûka wî, tu çavkaniyên ko qala serboriyên wî dikin tune ne hin caran mirov dikeve gumanê ka ew rast qala serboriyên ko di gera xwe de dînî dike, an ew yên ko bihîstînî an bixwe xeyal kirinî dikeye.

Jiyan û gernasiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hec[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbn Betûte wexta ko dorê 20 salî bû, di sala 1325an de, bo here hecê ji bajarê xwe yê Tenceyê li Mexribê, Afrîkaya Bakur derdikeve û di beravên Deryaya Navîn de ser Îskenderiyeyê re dihere Qehîreyê. Ew ji bo ji deryayê re derbaza Erebistanê be dihere ber Deryaya Sor lê bo ko li wir rasta cenga navbera qebîleyan dibe fikrî xwe diguhêre û şunda vedigere Qehîreyê. Ew di wir re, di rêyê ser erdê re dewama rêyê xwe dike û dihere Şamê. Betûte li Şamê rociyê Remezanê derbaz dike û pê wê re teva kerwanekê dibe û pê rêwitiyekê dorê 800 km re digêhê Medîneyê. Pê mayînê çar rojanê li wir re ew şunda dikeve rê û berî xwe dide Mekeyê. Ew li Mekeyê vezîfeyê xwe yê Hecê tîne şûnê unvanê Hecî digire û şûnê ko vegere welatê xwe şunda dikeve rê û rêyê xwe berve Îraq û Îranê dirêj dike.

Kurdistan û Mezopotomya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew li Îranê şunda teva kerwanekê dibe û berî dîsa dide Mezopotamyayê. Ew li Necefê tirbê Elî ziyaret dike. Ew li wir şunda dadigere bajarên Basra, Îsfehan, Şîraz Bexdayê.

Ew li wir Ebû Saîdê Îlxanan tê wî ve hevdu dibîne. Li wir şunda vê carê jî ew teva kerwaneka keyatiyê Îlxanan dibe û dihere bajarê Tewrêzê. Wextê ko Îbn Betûte tê Loristanê qala kurdên wir dike, lê ew wek bi wî re tê gotin, ew mafê kurdan de wek ereb behs dike. Ew li Kûfê jî qala kurdên di mezheba Şîtî yê de û li wir dijîn dike

Li beravên Efrîqayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew pê vê gerê re bo carê duyem hecê bike tê Mekeyê û vê carê li wir dorê salekê dimîne. Ew vê carê di beravên Deryaya Sor re dadigere bajarê Adenê li ber Kendava Adenê. Ew li vir şunda jî, di sala 1331ê de, bo çûna Efrîqayê qirarê dide. Ew rêyê xwe vê carê diajo ser Hebeşistan (Etiyopya), Mogadîşû, Mombasa, Zanzîbar û Kîlwa. Ew ji wir de jî bi keştiyê xwe dihere Ûman û Tengava Hormuz.

Meke-Konstantînopel û Delhî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew ji wir de carekî din dihere Mekeyê û dîsa li wir dorê salekê dimîne. Ew ji wir de jî bo here Anatoliyayê derdikeve. Ew ser Şamê re bi keştiyekê re derbaza Alanyayê dibe. Li wir dihere Qonye, Sinopê û beravên Deryaya Reş. Ew di ser Deryaya Reş re derbaza Qirimê dibe û dihere welatê Artêşa Zêrê ya mongolan. Ew li wir bi kerwanekê ûzbekan re ber çemê Volga re dewama rêwitiyê xwe dike û heta Astarxan dihere. Ew li wir rêyê xwe çerxa ser Konstantînopolîs û dorê sala 1332an de digêhê wir. Ew li wir împeratorê Bîzansan ê Andronîkos III re hevditînekê dike û Aya Sofyayê ji der de dibîne. Ew pê mayînekê dorê meheke li bajêr şunda ew vedigere Astraxanê. Ew li wir jî ser Deryaya Mazenderan, Gola Aral re dihere Bûxara û Semerqandê. Ew di wir re dewama rêwitiyê xwe dike dihere Efxanistan û Hindistanê.

Ew li Siltanata Delhîyê bi daxwaza siltan re dibe qadiyê wir.

Giravên Maldîvê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lê pê demeka kurt re li wir jî nasekine û bo gerînê xwe şunda dikeve rê. Ew li ser rêya xwe yê ko bo here beravên Okyanûsê rasta hindûyan tê û hindû êrîşa wî hevalên wî dikin û ew bizorê ji mirinê difilite. Ew do rojan şunda dewama rêçûna xwe dike û dihere Cambayê. Ew li wir di deryayê re bi keştiyê dihere Kalkûta. Ew di wê derê re derbaza Sûmatrayê dibe. Ew bi tirs ji wir de vedigere Dehliyê. Lê ew ji Hindistanê derdikeve şunda vedigere giravên Maldîvê. Ew li wir dorê heft mehan dimîne.

Betûte ji wir derdikeve şunda dihere Seylonê û li wir tepeyê Ademê li Srî Lankaya îroj ziyaret dike. Wextê ko ew li Seyonê derdikeve keştiyê xwe di avê binavdibe, lê keştiyekê li kêlakê wî ji xeniqînê difilitîne. Ew di Şîttagong, Sûmatra, Viyetnam û Quanzhou re dewama rêwitiyê xwe dike. Ew li wir derdikeve şunda dihere Hangzhouyê nêzî Şangaya îroj.

Vegera Meke û Veba li Mezopotomyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wextê ko Betûte dihere Pekînê û şunda vedigere Quanzhou re şunda Betûte êdî qirar digire ko vegere Mekeyê. Wextê ko ew dihere Şamê, wefatê bavî xwe dibihîze. Lê na bavê xwe tenê li Sûrî, Filistîn û Nîvgirava Erebistanê peroka veba hebû. Ew vedigere Mekeyê û dixwaze ko êdî vegere welatê xwe. Ew hîn ko neçûye Tenceyê dadigere ser Sardînyayê û di wir re dihere bajarê lê hatibû dinê. Lê kînga ew digêhê wir jî mirinê dayikê xweyê mehekê ber wî hatibû holê dibîhîze.

Endulus[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lê ew li bajarê Tenceyê jî tehmûl nake û berî xwe dide Endulusê. Betûte bi hevalên xwe ve dihere ko Cîbraltarê li hembera kastîliyan biparêze. Lê demekê pê re ew tahlîkê êrîşê derbaz dibe û ew berve Valensiya û Granadayê dewama rêçûna xwe dike.

Li Çolê Sahara[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di sala 1351ê de Betûte ji bajarê Fezê ko nêzik hatibû der dikeve dihere Sîcîlmasayê. Ew li wir teva kerwaneke dibe û bi wê re dihere Taxazayê di Sahara de. Lê ew di Saharayê de dewama rêwitiyê xwe dike û heta Maliyê dihere. Ew li wir wê de jî heta Tîmbûktûyê dihere.

Îbn Betûte bi dawî vedigere welatê xwe û li wir ew serboriyên xwe bi daxwaza Melîkî bajêr re dinivîse û pê weşandinê vê pirtûkê re ew 22 salên din dijî û di 1368an de wefat dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Cyril Glassé (1991), The Concise Encyclopaedia of Islam

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]