Ålenda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Landskapet Åland (swêdî)
Ahvenanmaan maakunta (fînî)
Herêma Ålendayê
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Ålänningens sång'
Zimanên fermî Swêdî


Zimanên nefermî Fînî
Paytext Mariehamn
Sîstema siyasî Parlementerî, eyalet benavendîkirî xweserî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Peter Lindbäck
Veronica Thörnroos
Rûerd
 - Giştî

1.580 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

29.884 (2020)[1] kes
18,36 kes/km2
Serxwebûn 7 gulan 1920
Dirav Ewro (EUR)
Dem UTC+2 EET /
UTC+3 EEST
Nîşana înternetê .fi
Koda telefonê +358 18

Ålenda an giravên Ålenda (swêdî Åland, fînî Ahvenanmaa) eyalet behra giravan di navbera Deryaya Baltîk û Kendava Botniayê de li Fînlendayê ye. Ew herêma tenê xweser, bêleşkerkirî û yekzimanî, axaftina swêdî li Fînlenda. Ew jî herî biçûk herêma Fînlendayê. Girava herî mezin Fasta Åland e. Ålenda ji 6.500 giravan pêk tê. Märketa Ålendayê giravek e ku tê de birc û panoseke deryayê ye û sinorê Fînlenda û Swêdê jî ye.

Ålenda xwedan statû xweser e û wî hikûmeta xwe hezên deveriyê dixebitîne.

Zimanên giravên Ålendayê (2019)
Ziman %
Swêdî
  
86.5%
Fînî
  
4.7%
Cuda
  
8.8%

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê orijînala yê Ålenda ji zimana Proto-Norse Ahvaland, ku maneya wê "axa avê". Ahva ji peyva latînî aqua, av e. Navên fînî û estonî, Ahvenanmaa û Ahvenamaa, formên nava kev hildigirin, ku maneya wan "axa perkên" e, ku cora masî ye (bi tirk tatlısu levreği, bi erebî فرخ أوروبي, bi farsî لوتی اروپایی).

Dîroka nûjen û xweserî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi Fînlenda re giravên Ålenda parçê erdan ya Rûsya ne, ji Swêdî bi Peymana Fredrikshamn di Îlon 1809'an de dest jê berda. Di encamê da Ålenda parça Dûkatî Mezin ya Fînlenda, ku welata nîvxweser ya Rûsyaya Çarî bû (1809-1917).

Di 1832'an de Rûsya giravan dest pê kir ku kelehê bike, lê asêgehê mezin ya Bomarsund ne bi dawî bû. Di Şerê Qirîmê de li operasyona di heremê Baltîka de dijî Rûsya, hevbendîya hezên yan Fransa û Keyaniya Yekbûyî giravan dîl girt û asêgehê hilweşand. Peymana Parîs (1856) hemû behra giravan Ålenda bêleşkerkir.

Heta 1917 Fînlenda di bin desthilatiya Rûsyaya Çarîyê de bû, lê kengi ew ket piştî şoreşê, desthilatdarên rûsîya kontrola xwe winda kir. Komara Sosyalîst Sovyêt Federalî ya Rûsî piştî Şoreşa Cotmehê dayka bû (1917) û ew derket ji Fînlenda. Di şerê navxweyî de, leşkerên swêdî mîna aştîparêzên di navbera leşkerên Rûsî, leşkerên Sor û leşkeren Sipî fînî de hatin dest xwe di şerê wan wernede. Di nav çend hefteyan de, wek Senato ya Fînlenda (sipî, parêzker, burjuwa) daxwaz kir, leşkerên almanî li rex swêdî hat dagirkirin. Kengi Fînlendaya serxwebûna wergirt, piştî Şerê Navxweyî Fînî (1917-1918) gelên Ålendayê xweserî xwest, ê debat di sala 1919'an û 1920'an de çêbû.

Di 1917'an de rûniştvanên giravan xwest ku bi Swêd re yekîtiyê bikim. Di 1919'an de, 96,4% dengdêrên giravan daxwaznameya cudabûn ji Fînlenda û yekkirin bi Swêd re nîşan kir. Hestên neteweperwer swêdî bi taybetî qayîmkirî, ji ber hestên antiswêdî li Fînlenda û netwerperwer fînî. Lêbelê, Fînlenda qebûlnekirî ku giravan dest jê berde û statû xweserî ji rûniştvanên re pêşkêşkirî. - Rûniştvanên pêşniyaz qebûlnekirî û birryar li ser girêdana Ålendaya berpirsiyarîya yê Komala Neteweyan (piştî Neteweyên Yekbûyî) ye. Komala Neteweyan biryar da ku Ålenda xweserî û beşeka Fînlendayê ye. Bi qanûnê Ålenda bêalî têkildarî siyasetê û bêleşkerkirî bi temamî, û nîştecihên bexşandî ji serbazkirina kotekî li cem Hêzên Parastina Fînî ne. Giravan xweserî berfirehê ju Parlamena Fînlendayê di 1920'an de li Belgename li ser Xeserîya Ålendayê wergirtin. Bi belgameyê, Ålenda bi xumalî axaftina-swêdî dimîne.

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birêvebirina Giravên Ålenda bi Belgenameya li ser Xeserîya Ålendayê û peymanên navneteweyan xebat dike. Van qanûnan xweseriya giravan ji Fînlenda û statûya bêleşkerkirin garantî dide. Dawiya dawîn, Fînlenda serweriya li ser giravan heye. Hikûmeta Ålenda (Landskapsregering) ji hêla prensîbên parlamenterîzmê ve bersiva Parlamena Ålenda (Lagting) dide. Ålenda temsîl li Parlamena Fînî heye, û temsîlkarek hildibijêre. Pergala partiyên siyasî ji bej cûda ye.

Ålenda ala xwe heye. Ew endama Encumena Bakurî ye. Ålenda polîsa xwe heye, lê artêşa xwe wê tune.

Färjsundet from Höga C tower

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]