Êzonofîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êzonofîl an jî bi zimanê ingîlîzî "eosinophil" cureyek ji xirokên spî ye. % 2-4 ê xirokên spî ji êzonofîlan pêk tê.[1]. Boyaxêk asîdî ya bi navê êozîn(eosin) rengê sor-porteqalî dide danikên êzonofîlê[2]. Êzonofîl navê xwe ji boyaxê digire. Dendika êzonofîlê du an jî sê lobî ye. Danikên êzonofîlê molekulên dijhîstamîn(antîhîstamîn) lixwe digirin. Hin danikên nêtrofîlê li dij kurmên mişexwer(parazîtî), molekulên jehrî(toksît) lixwe digirin[3]. Kurmên mişexwer bi gelemperî ji ber xwarina xurekên nepijiyayî ve dikeve nav laş. Loma heke di nav xwînê de hejmara êzonofîlan ji hejmara asayî zêdetir be, ev rewş nîşaneya kulbûnî, alerjî an jî di nav laş de hebûna kurmên mişexwer e. Wekî mîna Nêtrofîl û bazofîlê, êzonofîl jî xaneyên danikî yên xiroka spî ye[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 801 [1]
  2. ^ Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 952
  3. ^ OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p 752 [2]
  4. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [3]Eosonophil