Şahbaxî

Şahbaxî
Beyüzümü
Şahbaxî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Şahbaxî
Şahbaxî
Koordînat: 38°32′11″Bk 43°23′06″Rh / 38.53639°Bk 43.38500°Rh / 38.53639; 43.38500
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehWan
NavçeWan
Bilindahî
1.728 m (5669 ft)
Nifûs
 (1990)
2.512[1]
Koda postayê
65000
Koda telefonê(+90) 432
Map
biguhêreBelge

Şahbaxî (bi tirkî: Beyüzümü) gundekî ku bi ser navenda navçeya Wanê ve ye. Gelên wê deverê li vir wekî gund nahesibînin. Sedema wê jî ew e ku, gund gelek nêzî navenda Wanê ye. Dalîta dewletê de dibe ku gund neyê nasîn lê, li gor Şaredariya Wanê ew cih tax tê qebûl kirin. Herêmekê gelek xweş û dewlemend e. Girêdayê navenda Wanê ye.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taxê de zêdetirîn Ecem dijîn. Berê Kurdan li vir Ecem bi cih bûne. Û gelek ji aliyê gelhê de tev li hev e. Nifûsa taxê pir zêde ye. Eşîrên ku taxê de bi cih bûne.

Ji bilî van eşîran gelek deverên din Kurd hatine li vir û nava aramî û xweşiyê de bi cih bûne. Heta niha nava van gelan de ti pirsgirêk û arîşe derneketiye. Jixwe Kurd û Ecem cihên cuda de dimînin. Piraniya Kurdên li vir bêhtir cihên bilind hilbijartine. Li vir Kurd li cihên bilind û tena ên wekî Avarêk ûDûzyolê de dimînin. Zimanê ku li vir zêdetirîn tê axaftin Kurdî ye. Heta Ecem jî li vir Kurdî dipeyivin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê taxê ji berê bax û baxçeyan tê. Li vir barê gelek baxçeyên tîrî hebûne ji ber wê navê wê taxê bûye (Şah-baxî) tirkî jî dibêjin (Bey-üzümü) ango wateya kurdî (Tiriyên-begê). Berî kurdan li vir Ecem ji îranî hatine û li vir bi cih bûne.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vir Pîşesazî zêde pêş ketiye. Pîşexana mezin ya Wanê li wê taxê hatiye ava kirin. Kesên ku li vir dijîn karên xwe li bajêr dibînin. Du dibistan û du tenduristîxane ên mezin li wê derê heye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]