Şileme

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şileme (bi inglîzî: fluid) yek ji doxên serekî yên madde ye. Şileme van vedigirit: şilik (bi inglîzî: liquid), gaz û plasma heta heddekî jî peyteme yên plastîkî.

Şileme keristeyek e ko bi her hêzeka berkevtinê (bi Inglîzî Tangential) bê guhdana bi xurtî ya wê hêzê bi awayekê berdewam forma xwe diguhêrit.

Saloxeta hevpişka şilemeyan formguhartina bêbergirê û şîyana rewanbûnê ye (ev şiyan bi navê wergirtina şeklê amanê xwe jî dihêt niyasîn). Ev saloxet karê şîyana wan bo bergirîkirina li hêzeka vebir di hevrewşîyeka neliv da ye. Di peytan da, stres karê rakêşanê û bertengkirinê ye, lê di şilemeyan da stres karê rêjeya rakêşanê ye.