Qelata Cêrmê

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Ķelata Cêrmê)

Ew Ķelate li gundê Cermê bûye, lê belê ci şun û kavilêt wê nemane.

Ĥikumeta Îranê, li sala 1887-ê zayînî dewrê şerê li gel Begzada paşi şorişa Şêx Ubeydula, ķelatekê, bi navê “Nasirî” (bi navê Nasiredîn Şahê Qacar li wi dewri), li Cêrmê awadiket, ku cîyê hengek (~1000) serbaza hebûye. Ewê ķelatê çar borcêt du tebeqe hebûne û dora wê şorekirî bûye.

Şevekê Hisên Begê kur Hesen Begê Begzade li gel 12 çekdarêt xwe li çîya dihêne xwar û dîwarê borcêt ķelatê da dihelbazin û nobedarêt borca dixafilînin û wê Ķelatê digirin. Hisên Beg dibêjîte serbaza; “Ez dizanim ku hing naxwazin wê zistana sar li êre bimînin, bes ya baş ewe ku hing biçine malêt xwe li naw biçuk (zarok) û xwêzanê xwe, ku ew niha çaw li rêya hingo (we) ne," û bi şifre dibêjît "silavêt mi jî bigehînine hakimê Azerbaycanê”.

Moĥemed Hesen Senî’ol-dulê I’timad-ol-Seltene (Moĥemed Hesen Senî’ol-dulê ku bi I’timad-ol-Seltene navdar bû, wezîrê “Intiba’at” (=medya) Nasredîn Şa bûye), li kitêba xwe (bi Farsî): “Roznamey xatirati I’timad-ol-Seltene” dibêjît ku me ķelatek hebû 400 çekdar lê da, ku kurêt Hesen Beg (Begzada) ew li ķelatê derêxistin û berdane wan û ķelat jî girtin û ridîna walîyê (kargozarê) Azerbêcanê “filan“ kirin.

Nasiredîn Şa, bi wî cureyî girtina 400 serbaza û ķelata Cêrmê bi destê 13 kurda, hind pê nexweş bû, ku fermana kuştina (bi sêdare dana) tewaw ordîya xwe, ku li Cêrmê teslîmi Begzada bûn, da, û Cehansoz Mîrza , yê mamê babê xwe, li ĥakimîya Urmîyê êxist û bedela wi Mo’etemed-ol-Sultan kire ĥakimê Urmîyê.

Salari Leşker, ku kuştina wan serbaz û efserêt Cêrmê cezayek zor dizanî, nameyek bo Nasiredîn Şa nivîsî û daxwaza cezayek kêmtir (siwiktir) bo wan kir û hejmara serbaza zor kêmtir û hejmara kurda jî gelek zortir rapor kir!