Gotara hefteyê |
|
Pêjgeha Ewropayê, yan bi gotineke din pêjgeha rojavayî, binavkirineke giştî ya ji bo xwarin û vexwarin, çand, teknîk, dab û nêrîtên pêjgeha parzemîna Ewropayê ye.
Sînorên Ewropayê û pêjgeha Ewropayê hevûdu nagirin, lewra ev binavkirin ji bo hêsankirinê ye, mirov nikare pêjgehan bi sînorên welatan ên fermî re bisînor bike. Bo mînak bakurê Amerîkayê jî bi giranî ji pêjgeha Ewropayê dixwe lê herçendî parçeyeke axa Tirkiyeyê di Ewropayê de ye, pêjgeha Tirkiyeyê gelek cuda ye. Herwiha ya Rûsyayê jî.
Bingeha xwarin vexwarinên ewropayî jî Asya ye. Pêjgeha Asyayê kevintirîn û dewlemendtirîn e. Gelek hevparî hene. Bi pêşketina teknîkên aşpêjiyê ve, fastfood, bikaranîna xurdemeniyên di fabrîkan de hatine hilberîn û hêsan, xwe didin pêş. Bi taybetî li Ewropa û bakurê Amerîkayê wisa ye (bêhtir…)
|
Nûçe |
- 5'ê adarê -
Konferansa ziman a neteweyî: Li bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna nêzîkê 200 zimanzanên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê, konferansa zimanê kurdî hate lidarxistin. Piştî sê rojên danûstandinên konferansê, biryarên weke alfabeyeke yekgirtî û standartkirina her zaravayî hatin girtin.
- 5'ê adarê -
Li Rûsyayê hilbijartinên serokatiyê: Duh li Rûsyayê ji bo peywira şeş sala ya serokdewletê nû, hilbijartin pêk hatin. Li gorî encaman Vladîmîr Putîn bi rêjeyeke nêzîkê %60'î deng bi dest xistin û ji bo cara sêyem berê xwe da qesra Kremlînê.
|
Zaravayên kurdî |
|
|
|
|