Şopparêzî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şopparêzî zaraveka rêjeyî anko nisbî ye felsefeyeka siyasî diwesfînit ko zêdetir alîgira bihayên kevneşopî û tradîsyonêl e. Bi vê ramanê kevneşop hemî bawerî û tîtalên (adetên) ko bi awayekê dînî, ferhengî (kulturî) û neteweyî dihên pênasekirin vedigirit. Ji ber ko her ferhengekî (kulturekî) bihayên xwe yên diyarkirî û armancên cida hene, şopparêzên ferhengên cida jî armanc û bihayên cida hene. Hindek ji şopparêzan bizava parastina rewşa heyî anko status quoyê dikin û hindek jî dixwazin biha û rewşên demeka bihurî û çûyî vegerînin (rewşa heyî ya berê) anko status quo ante.

Ji ber gelek sedeman pênasekirina şopparêziyê di ferheng û neteweyên cida da karekê zehmet e. Di rewşên cida da û di derav û cihên cida da têgehiştina xelkî ji şopparêziyê dihêt guhartin. Nemaz ko niha li gelek rewşan da şopparêziya siyasî bi siyaseta milê rastê ve dihêt girêdan.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)