Akropolîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Akropolis hat beralîkirin)
Akropolîsa îro
Plansaziya Akropolisê

Akropolîs, platoyek li navsera kendalekî 55 metreyî bilind de hatiye avakirin û rûerda wê ji rojhilat ta rojava 300 m û ji bakur ta başêr 150 m ye.

Têketina wê tenê ji kaşekî piçûk mimkun e. Ev cih kelih, û pîrozgiha Atîna yê bû. Hê di sedsala 13'an a berî zayînê de bi dîwarekî yekpare hatibû pêçan. Her çiqas tirbên dîzik û kiloskan li ser mozaîkan xwiyabikin jî, zêde tu şop ji dema jeometrîk li Akropolîsê nemane. Kêm dîzik û kilosk wî wextî nîşan didin ku avahiyên grîng di sedsala 7'an berî zayinê li Akropolîs hatine çêkirin dema ku Benda Mîseniyan girîngiya xwe winda kiribû. Piştî ku di sala 510 de Pîsîstratide hatin, Akropolîs ji kelihtiyê ket. Hemû pêker û dîwarên ku hatibûn asêkirin dagirkirina persan de hatin xirakirin. Diwar piştî çûna persan re ji aliyê Temîstokl û Sîmon ve hatin avakirin. Atînayiyan ji bo ku çûna persan pîroz bikin, pêkerê Atîna ku ji aliyê Fîdiyas ve hatî çêkirin di salên 450 de çandin.