Barûya Eyfelê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Barûya Eyfelê (bi fransî: La Tour Eiffel) a ji hesin di cîhanê de mîna sembola Parîsê tê nasîn. Navê xwe ji muhendîsê ku ew çêkiriye Alexandre Gustave Eiffel digre. Barûya Eyfelê her sal ji aliyê nêzîkî 6 milyon tûrîstî ve tê ziyaretkirin. Barûya Eyfelê di navbera salên 1887 û 1889'an de ji aliyê fîrmaya Gustave Eiffel ve, ji bona pîrozbahiya 100'emîn salvegera Şoreşa Fransî hatiye çêkirin. Barûya Eyfelê 300 metreyan bilind e. Heft salan carekê bi 60 ton boyaxî tê rengkirin. Rengkirina Barûyê ji aliyê 25 kesan ve tê kirin û 15 mehan dikşîne.