Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (bi înglîzî: The European Court of Human Rights) (ECtHR), ko carina bi awayekê nefermî Dadgeha Strasbûrgê jî dibêjinê, jibo parastina mafên mirovan li welatên ko di Lihevhatina jibo Parastina Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn da endam in, hatiye sazkirin. Ew lihevhatin li sala 1955'ê ji aliyê Civata Ewropayê ve hat pejirandin.