Denis Mukwege
Xuyakirin
Denis Mukwege | |
---|---|
biguhêre |
Denis Mukengere Mukwege (/mʊkˈweɪɡi/) (jdb. 1ê adara 1955ê) pizişkekê nesaxiyên jinan û wergirê Xelata Nobelî ye. Ew xelkê Komara Demokratîk a Kongoyê ye. Wî Nexweşxaneya Panzî li bajarê Bukavuyê damezirand ko bi rengekê taybetî çaresera wan jinan dikir ko ji kevtibûn ber destdirêjiya seksî ya destekên çekdar. Wî bi hezaran jin çareser kirine ko hingavtiyên namûshingavtina destekên çekdar yên dema şerrê duyê yê Kongoyê bûn, hindek rojan di 18 saetên karê xwe yê rojane da, wî zêdetir ji 10 niştergerî ji bo wan jinan dikirin.
Di sala 2018ê da, wî û Nadiya Miradê bi hev ra Xelata Nobelî ya Aştiyê "ji ber bizavên ji bo nehêlana tundîtîjiya seksî wekî çekekê dema şerr û alozî yên çekdar" wergirt.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara jînenîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |