Deryaya Zer
Ji Wîkîpediya
(ji Derya Zer hate beralîkirin)
Derya Zer (bi Çînî 黄海, bi Korêyî 황해 yan 서해) para bakurî ya Derya ya Rojhilata Çînê ye. Ew dikevit navbera Çînê û Nîvgizirta Korêyê. Navê wê (zer) ji ber û kevrên binê wê ko ji Rûbarê Zer hatine hatîye girtin.
Rûbarê Zer ji istana Şandonga Çînê dihêt û dirêjit nav vê deryayê û Hay Hay Hê ji Pekînê dihêt.
Derya ya Zer li pehintirîn cihî 640 Kîlometiran (nêzî 400 maylan) e. Ev derya nehewqas kûr e û kûrahî ya wê ya herî zêde 90 metiran (kêmtir ji 300 pêyan) e. Benderên giringên ser vê deryayê li perava Çînî Yantai û Tientsin in û li perava Korêya Bakur Nampo û li Korêya Başûr jî Inçon in.