Deryaya Çîna Rojhelat
Ji Wîkîpediya
Menzereyeke Deryaya Çîna Rojhelat ji Taywanê
Deryaya Çîna Rojhelat deryayeke qeraxî ye di rojhilata Çînê de. Ev derya bi xwe parçeyek ji Okyanûsa Mezin e û rûberek qasî 1,249,000 km² vedişêre. Di Çînê de, jê re Deryaya Rojhilat tê gotin. Di Korêyê de, hindek caran jê re Deryaya Başûr tê gotin.
Çemê Yangtze mezintirîn çem e yê ku ber bi Deryaya Çîna Rojhelat diherrike.