Diyarê Kurd
Diyarê Kurd (navê wî yê dirust: Diyar Maran Sadîq) hunermendekî kurd e û ji malbateka huneriyê û kurê birayê hunermendê kurd Semir Sedîq e li Dihokê hatiye ser dinyayê li taxekê piçik dibêjinê taxê Şêlê.
Xandina xweya seretay li qutabxana (Malta Seri) heta pola pêncemê bi rê ve bir û ji ber vegohastina mal û çona wan bu nav bajêrê Dihokê li taxê Reza. Paş pola şeşê re wî xandingeha Sê Girka temam kir. Xandina xweya navencî li qutabxaneya Bizav xilas kiriye û berev xandina Amadeyê ve çû û li Amadeya Birayetî xandina xwe bi dumahîk îna.
Her ji zarokîniya xwe de hezeka wî ya gelek mezin ji bo helbest vehandinê û stran gotinê re hebû. Evça di vî demî de Şiya diwaneka helbesta dirost biket bi navê Demê xweşê dibîte xewin, lê mixabin ew nehatîye çap kirin û belavkirin. Lê de ê te çap kirin. Piş re jî di çend ahenga de li bajêrê Dihokê li salên 1996-2000 de kiriye. Her Wîsa li dezgehên radyo û hunerî kar kiriye. Sala 2000 de heta 2002 li welatê Swîsreyê li Luzernê maye û li 21ê kanûna paşîn a 2002an û ji ber karo berê neyê baş yê penaberiyê berev welatê Swêd ve çû û li bajerê Linköping Akengibo û li wirê şiyaye pişkdariyê biket. Di koma Mem û Zîn de. Ya ku bi serperiştiya mamoste Mihemed Umer û di wî demî da pişkdar bû. Di çend ahenga da li çend bajêrên Swêdê. Pişdarî di çend ahengên kurdî de li Swêdê kiriye. Wî di sala 2006an de li Stockholmê nasnama dîplom a ekonomî bi dest xwe aniye.
Di sala 2012an vegeriya Başûrê Kurdistanê û li radyoya Waar weko derhêner kar kir û li televîzyona Waar berpirsê pişka zarokan bo û li wi demi nêziki 35 stranên zaroka bi awazên xo berhem înan û paş li sala 2015 carekdin vegeriya Ewropayê lê ev carê westa welatê Keyaniya Yekbûyî kir û nihe li London a paytext akincî ye.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]1 album ya hey bi navê Barovên Eşqê. Ev albume Li studyoya Deng û Reng hatye drostkirin bi harîkarya muzîkjenên kurd û tirk, albuma Barovên Eşqê li sala 2009 belafbo.
Ew album ya pêkhatye ji peyvû awazên van hunermenda: Edîb Chelkî, Sîyar Bamernî, Mihsin Quchan,Hessen Şerîf, Emîr Sedêq, Rondik Bamernî, Filklur. li sala 2014 stranek li ser şehîdan tomarkir bi renge doqoli li gel hozanvan Helgord qahar bi nave SHEHID Her wisa her di sala 2014 straneka doqoli bi nave KURDISTANIM Li gel Solin Bedel tomarkir .. Li sala 2015 srodeka Nishtimani tomarkir bi nave KURDISTAN u ev berheme hemi weko video klip li kenalen kurdi hatene xar... Dimahik stran hatiye klip kirin strana WEXERA DWIR Her wesa komeka stranan jibo zarokan drostkrine li sala 2013-2015 ko dibine 35 stran u ji wan stranan disa straneka zarokan li gel Solin Bedel tomarkirye bi nave STER STEROKE