El-Qaîde
El-Qaide (القاعدة anku bingeh, bi înglîzî al-Qaida yan al-Qaeda) rêkxistineke di 1988'an de hatî damezrandin e. Dibe iddi'akirin ku êrişên 11'ê rezberê dijî Amerîkayê kirin. Serokê el-Qaideyê Usame bin Ladin ê Erebistana Siyûdî e lê çalakvanên wê serbixwe ne. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û DYA'yê rêxistineke terorîst e.
El-Qaide dibêje ku armanca wê derxistina "kafiran" ji welatên Îslamê ye [çavkanî pêwîst e].
El-Qaideyê diyar kiriye ku ew ne pabendî ti dada navneteweyî ye û ew sivîlan jî wek leşkeran dike hedefa êrişên xwe. Lêbelê agahiyên di derheq vê rêxistinê de gişk biguman in. Lewra bi destê dijminên wan ve tên belakirin. Ji ber wê hindê ne agahiyên piştrast in. Heta ku tê gumankirin ka gelo bi rastî rêxistinke bi vî awayî heye yan ne. Lewra ji hin hêlan ve tê dozkirin ku rêxistineke bi vî rengî tuneye. Tenê hêzên sîxûriyê yên dewletên wekî Îsraîl û DYA li ser navê vê bizava xeyalî daxwazên xwe yê hovane pêk tînin [çavkanî pêwîst e].