Geşandina Zarokên 0 û 6 Salî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zarokên 0 û 6 salî pir bi meraqin, xeyalên wan berfirehi, lêkolînerin, tevgera wan zêdeyî û her tiştê gi meraq dikin dipirsin. Lewra geşbuna wanî vê demê pir girîngi sedema wê jî, tiştê gi ji van sala fêr dibi bandorê wê li hemî jiyana wan diki. Ji ber wilo bapîrê me dibêjin: ’’Tebê şîrî heta pîrî, Berxê çê li ber kozê bellî dibi, Di yeft salya xwe çibi di yeftê salya xwe jî ewi… û hwd. ’’Loma dibê em bi baldarî û bi zanebun tevbigerin. Dema zarokên me hin tiştê meraq kirin, em jî alîkarîyê bi wanri bikin gi ji wê meraqa xwe bê pirsgirêk derbas biki û ji hin tişta fêr bibi û alîkarîyê bi zarokên xwe bikin bo karibi xwe bejn û bala xwe, der û dora xwe rast nasbiki.

Mego zarokên 0 û 6 salî xewn û xeyalê wan zêdeyî dibi gi hin tişta ji were bêji, ew tişt li gora we derew bi belê ew xeyalê wani nederewi, divirde gellek malbat bi zarokê xwe dixeyîdin. ’’Bes derewa bik. ’’dibêjin. Yan jî zarok naçi dibistanê belê dibê:’’ez çum dibisatanê û mi û hevalê xwe bi veşartokê lîst’’. Di rewşê wa di gerek meriv nebê ji tu derwa diki, li şuna wê meriv bêje: ’’we kî din we çawa kir, dure we çer kir…’’ Ger em bi zarokan bixeyîdin, wê zarok xeyal şikestî bibin û demê pêş wê newêribin fikrê xwe bi rehetî bîni ziman. Zarok dibi gi xewn ‘û zeyalê xwe û rastîyê tevlihev biki, ev ji bo zarokên di van sala di normali. Dibê em ew derfeta jêpirsîn û vekolînê bidi wan.

Yek Mehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dema li ser zik bê dayîn kari serê xwe hebkî kontrol biki belê hefta 4 an jî 5 di wê karibin serê xwe bigrin û rakin. Destê wan girtîyi dema meriv tişkî têx nav kefa destê wan hişk pê digri û haya ji wan tê bernadin.
  • Xwarin û vexawrina tirş, tal, şêrîn û bixwê feq diki.
  • Dengê bilind bala wan dişlîni.
  • Şekl û şemalê di çirusin û rengê dibiriqin gi nêzî çavê wan lê mêzediki.

1 û 4 Mehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mil û serê xwe xweş kontrol diki.
  • Awirên wan geştir buyî. Tiştê gi li erdê hereket dikin bala wan dikşînin û lê dineri bê kuve diçi.
  • Demek dirêj karin tiştan binerin.
  • Di 3 û 4 mahya xwedi bi alîkarîkarîyê kari hebkî runê.
  • Dîtin û bihîstina wan bipêşdi ketîyi.Deng ji kîjan hêlê bê li wir dineri.
  • Der û dor bala wan dikşîni.
  • Bertek nîşanî xwarin.vexwarin, deng, serşuştin… hwd. Didin.
  • 2 û 3 meha xwedi bi derdora xwe dikeni.
  • Bi dest derxistina dengê gix, gixi… dikin
  • Tevgera gi fêr buyî dubare diki.
  • Her tiştê gi bi kefa destê xwe zevt diki û dixi devê xwe.
  • Kefa destê wan hebkî vebuyî.

4 û 10 Mehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Destên xwe dirêjî tiştê nêzîkî xwe diki.
  • Li ser zikê xwe kari xwe bizîvirîni kêleka xwe û kari bi kiş kişan dinê kari bihostek an jî du bihost heri.
  • Di navbera 5 û 6 mehî di dest bi ceribandina çarpîya diki û di 8 û 9 mehî di bi serbestî çarpîya diri û tê.
  • Xwarna hişk di dawya meha 4 û di meha 5 di kari bixwu.
  • Dengê gi derdixin hîn xweştir tê fêmkirin. Hin tevgerême ew jî dubare dikin.
  • Bi alîkarîyê kari runê. Di 7 û 8 mehya xwe di bêalîkarî karin runên.
  • Di 9 û 10 mehya xwedi karin bi alîkarî li ser niga bisekinin.
  • 5 û 6 mehîdi însanê xerîb ji hev nasdiki.
  • Koordînasyona navbera her du desta di meha 9 û 12 di bi pêşde dikevi. Tiştê destek wî/wê di kari têxi destê din.
  • Koordînasyona çav û dest di 4 mehî dest pêdiki.

10 û 12 Mehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bê alîkarî kari runê û kari xwe dirêjî tişta biki.
  • Kari bisaya balîf anjî dîwar rabi ser nigê xwe û bimeşi.
  • Hin zarok karin zû bimeşin, belê bi gelemperî di mehê 12 û 16 di ev pêktê.
  • Tiştê li der û dora xwe dibîni, li gorî hêza ew jî diki.
  • Meraqa wan hîn bêtir buyî û çi tiştê dibîni pê eleqedar dibi.
  • Ji lîstika pêlîstoka tamê distîni û wan li biguhê hevdu dixi.
  • Qulikê dibîni tilîyê xwe dixinê.
  • Tiştê gi wenda kiriyî li çê wê/wînî yekemîn digeri.
  • Goka destê davêji erdê.
  • Ji biyanîya ditirsi.
  • Dixawzi xwarin û vexwarina xwe bi xwe biki.Radihêji kevçî.
  • Bi rabuna dêûbav fêm diki gi wêb i cîna herin.
  • Karin bi dengê bilind bikenin.
  • Tiştên berçavê wan bên veşartin karin herin ji cê veşartî derxin.

12 û 18 Mehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tiştê dixwazi kari bi tilîya xwe nîşan bidi
  • Bê alîkarî kari bimeşi (di cê rast).
  • Kari tiştê sivik li duxwe bikişkişîni
  • Bi çarpîka kari hilkişi ser mêrdewanê
  • Ji pitikê ji xwe biçuktir hezdiki
  • Sola xwe û gorê xwe derdixi
  • Tiştê xwe pêş mêvana diki
  • Kari derî bigri
  • Di berxwe hin tişta dibêji

18 û 24 Mehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Karin li ser kusîyê runên
  • Bi alîkarîyê kari bi pêlika hilkişi
  • Hebkî kari bazdi, belê carna dikevin.
  • Kevçîyê xwarnê rast digri.
  • Tiştê dixwazi bigêjê kari bi alîkarîya alata bigêjê
  • Kari nigê xwe li gogêxi û hin tişta li duxwe bikişkşîni
  • Pêlîstokê xwe ji hev nasdiki.
  • Wêneyên hin tişta nas diki.
  • Gotinên dibihîsi dubare diki
  • Li dora 5-10 deqîqa kari bala xwe bidi tişta.
  • Xwe li karên dêûbavê xwe diceribîni.
  • Hin karê biçuk kari biki. Pêlîstokê xwe kari têxi spetê.
  • Kari rupelê pirtukan 3-4 heba pevre bizîvirîni.
  • Kari 2 kelîma carna jî 3 kelîma bi kar bîni.
  • Tuwalêta xwe hêdî hêdî kotrol diki.
  • Tiştê xwe nazwazi bidi keskî.
  • Zarokê din bala wan dikşîni.

Zarokên 2 salî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zarokên du salî pir bi meraqin her tişt bala wan dikşîni û dixawazin li ser her liv û tevgerê lêkolîn bikin ji ber wilo ew pêlîstokên ji wan ri tên kirîn dişkînin, zarokên du salî fêrbuna wan bi hestên bêhn kirnê, pelandinê, çêjtinê (tam sitendinê) , bihîstinê û dîtinê çêdibi. Jêhatbun û wêrekbuna zêdeyî û xwesteka wanî li hember kifş kirna xwezayê piri. Tişt bala wan 2 û 4 deqîqa yî. Ger pir bala wan bikşîni dibi ev dem dirêjbibi. İnta wan di vê demê piri meriv çi ji wan ri bêjin ger jê hesbikin jî dibên ‘’na’’ dixwazi gi xwarin û vexwarina xwe ew bixwe bikin.Ji ber van sedeman ji dêvla em bên ‘’Hunê nan bixwin ?’’ Em bêjin:’’wexdê xwarnêyi’’, ’’Dema vexwarnêyî’’. Hevokê em bi kartînin zêde ‘’Tu ‘’ têde tunebi, ji dêvla wê ‘’Em’’ bi kabrînin. Di vî temenî de zarok karin du-sê kelîma bi kar bînin û hestê wanî meraqê zêdeyî pirsên: ’’Çi, Li ku, Çawa’’ dipirsin. Fêm kirna wan çêtiri ji peyvên bi kartînin . Belê li gor axaftina wan fêmkirna wan hîn zêdeyî

Zarokên 3 salî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masûlkê xweyî mezin û biçûk hîn bêtir bi serkeftî dişixûlîni, xwe kontrol kirin bi pêşketiyî bi derûdor ri eleqedari û dixwazi bi serbestî tevbigeri. Li çîroka gohdarî diki û wan bi şêwaza xwe dubare diki. Baldarîya wan hîn kêmi û 3 an 4 kelîma bi kartînin û gotinên wan hîn xweştir tê fêmkirin. Di gencîna wan di nêzî 1000-1200 peyv henin. Hin pirsan karin bibersîvînin.

  • Bîr û bawerîya wan geş buyî, karin çetal û kevçî û hin firaxa bînin û deynin ser sifrê.
  • Sê peyva kari di bîra xwe bigri û wan bi cîbîni.
  • 5-6 renga kari nasbiki û bi kabrîni.
  • Gav bi gav kari di pêlika hilkişi
  • Kari bi hindilkê bilîzi
  • Hîn xweştir kari bazdi.
  • Kari sola xwe pêxi (Belê wê ters pêxi)
  • Hin çek û kincê xwekari li xweki û ji xwebiki.
  • Tişta kari deyni serhev û bi plankirî pêlîstoka dilîzi.
  • Kari avê bikşîni û bi rehetî vexwe.
  • Kari tuwaleta xwe kontrol biki û bêji.
  • Tiştê girover, çarçik û sêgoşe nas diki û kari wan ji hev veqetîni.
  • Ziman hîn bêtir bi pêş ketiyî û tiştê di bîra xwedi bi rehetî tîni ziman.
  • Zêde pirsa dipirsi.
  • Tevgera baş û nebaş ji hev kari veqetîni û wî şiklî hereket biki.
  • Bêhn û pelandinê ji hev ferq diki.

Zarokên 4 salî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dest û tilîyê xwe hîn xweştir bi kartîni. Şekl û şemala grover û çarçik kari kopî biki. Resmê serê mirova kari çêki. Ji bîra xwe kari hin çîroka çêbiki û bêji. Zêde diaxifi bi hevçaxê xwe ri lîstika dilîzi.

  • Heya 10 kari bihejmêri
  • Kari gogê zevt biki û pêbilîzi
  • Koordinasyona dest û çav geştirbuyî
  • Bi tena serê xwe kari kincê li xweki û ji xwe biki, kari qemcikê xwe texi hev
  • Sola xwe kari têxi nigê xwe.(Rast dixi pê.)
  • Kari av ênerjîni û têxi qedehê
  • Bi zarokê din kari pêbazîyê biki.
  • Tiştê xwe bi hevalên xwe par ve diki.
  • Biçuk û mezin bun êzani
  • Bi seri ri kari meqea bi kabrîni
  • Baldarîya wan 10-15 deqîqeyî

Zarokên 5 salî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Organin bejn û bala xwe hîn bi rehettir dişixulînin, tiştên ji bona zor bi jî xwe li radikişînin û karin hin tîp û hejmara herçiqes çewt bijî kari binivîsinin. Baldarîya wan baştir buyî, bi zeman bala wan dikşîni deqqe û seet… Kari navê xwe binîvîsi û wexda bibîni nasdiki. Kêmbejî xwen û rastîyê ji hevdu kari veqetîni. Dixwazi kar û barê mezina biki û xwe bişibîna wan.

  • Heya 20-30 kari bihejmêri
  • Kari hin tişta li ser lênûskê xêz biki
  • Tiştê li dora xwe dihejmêri û rengê wan dibê.
  • Kari birevi û bihindilkê bil îstika bilîzi
  • Dixwazin bandora wan j îli ser tişta hebi
  • Sibê û êvarî zani
  • Peyvê gi wateya wan nizani bi dipirsi.
  • Kari hin dan û stendinê biçuk bicîhbîni
  • Însanê gi berê dîtibi nasbiki û navê wan bêji.
  • Kari gi diki dixwazi hinkî dinjî bibînin.
  • Tiştê li dorhêla xwe teqlît diki.
  • Xwe naskirin bi pêşde ketiyî

Zarokên 6 salî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zêde çalakin dixwazi gellek tişta kifş biki û dixwazin tiştê nû biceribînin, ji ber wilo xwe li her karî radikişînin. Di hejmartinê û hindikbijî xwendin û nivîsandin heyî. Hertiştî hîn şênber difikiri.Di bîra wî di nêzî 3000-3500 peyv henin. Têdigihêşi bê do, îro û sibe tê çi wateyê. Kri li tişta mêzebiki û wan kopî biki.

  • Bi hevçaxê xwe ri kari organîze bixebiti.
  • Bi veşartokê, bi gogê û lîstikê komî karin bilîzin
  • Meqesê kari bi kabrîni, qarton, kaqiz û hwd.kari biqûsîni
  • Di karê xwe di ferqa keç û law dizanin.
  • Çep û rastê xwe zani, belê dibi ê hinîdin nizanibi.
  • Dan û stendina netevlîhev kari biki.
  • Koordînasyona dest û çav baştir buyî.
  • Hin çîrok û metolqa kari ji ber bigri.
  • Dengên teyran û ajalan kari teqlît biki.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yörükoğlu, Atalay; Çocuk Ruh Sağlığı C.gerald-nealm, abnormal psychology Kovara: Zarok û Malbat

Hemed Elî Qoserî