Henry Cavendish

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Sir

Henry Cavendish

HonFRS
Jidayikbûn10 çiriya pêşîn 1731 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nice Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin24 sibat 1810 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
London Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Brîtanî
Perwerde
Pîşe
Dê û bav
  • Lord Charles Cavendish Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Ann Grey Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sir Henry Cavendish FRS (z. 10 çiriya pêşîn 1731 - m. 24 sibat 1810), kîmyager û fizîknas bû ku di 10ê çiriya pêşîn a 1731ê de li Nice, Mîrîtiya Sardînyayê, hatiye dinyayê. Wî li Zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê, xwend[1].

Di sala 1766an bi zêdekirina Mermer li ser asîd, karî gaza sabit yan heman CO2, berhem bîne. Ew bi zêdekirina asîd li ser hesinê jî, karî "Hewaya agirok", "Hewaya şewatok" (inflammable air) yan tirşînza, berhem bîne. Wî, keşf û vedîtinên xwe ranegihandin, lê piştî sed salan, James Clerk Maxwell, deftera bîranînên Cavendish peyda kir û hemû xebatên wî tê da dîtin.

Cavendish, îsbat kir ku av ji du unsurên cihê ku bê bihn in, pêkhatiye.

Bariste (density) yan çiriya Erdê û li gor wê jî cirma (mass) goga Erdê, ji azmayîşên Cavendish, hatine bidestxistin. Sabit û neguhera Kaşa Erdê yan G (gravitational constant) ku Cavendish, hesab kiriye, ev e: 6.754 × 10−11N-m2/kg2[çavkanî hewce ye].

Piştî mirina wî, li gor wesiyeta ku ew bixwe tanzîm kiribû, giş mal û hebûna wî ji bo çêkirina avahiya labaratuwara bi navê Cavendish (Cavendish Physical Laboratory) hate xerckirin. Di heman labaratuwarê di sala 1897an da, Joseph Thomson, karî elektronê keşf bike û 6 zaniyarên din jî bi riya xebatên xwe yên li wir, xelata Nobelê wergirtin.

Cavendish, di 30 saliya xwe da bû endamê Encumena Seltenetê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ David Crystal (1994). The Cambridge Biographical Encyclopedia. Cambridge University Press.