Jeanne d'Arc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Jeanne d'Arc.
Heykeleke Jeanne d'Arc li Parîsê.

Jeanne d'Arc (1412 - 30'ê gulanê, 1431), bakîreya Orleansê, ezîzeya parêzvan a Fransayê û lehenga netewî jî tê zanîn.

Jeanne, di şerên sedsalê de, welatê xwe li li hemberî dagirkerên Îngîlîz parastiye û wekî din fermandariya vê berxwedanê kiriye û birêve biriye.

Bavê wê Jacques d'Arc cotkarek bû. Navê diya wê Isabelle ye. Jeanne ji malbateke 5 zarokan a 3emîn bû. Jeanne di 6`ê çileya 1412`an de li bajarê Domremy ku cîranê beşê hawirdora Champagne û Lorrainne'yê ye, tê dinê. Zarokatiya wê li çolter û şepalên gund, bi çêrandina pezê bavê xwe derbas dibe. Ew di heman demê de ji diya xwe bi guhdarkirina çîrokên dînî, derbarê dîn de agahî bidest dixe. Di karên malê de bi nîşandana hûnerê xwe mezin dibe.

Li gorî rîvayetê, Jeanne dema ku dibe 12 salî, dest bi bihîstina dengê ezîz Michael, ezîze Catherine û ezîze Margeretê kiriye. Êdî bawer dike ku ev deng ji aliyê xwedê ve jê re hatiye şandin. Dengên jê re tê, ferman dide ku `Welatê xwe ji Îngîlîzan rizgar bike, alîkarî bide Qraltiya Velîaht û textê Frensî bilind bike û ev karên ku bike `Mîlsyona wê ya pîroz e`.

Her wiha ev deng jê re dibêje ku porê xwe qût bike, kincên mêran li xwe bike û xwe bi çekan bixemilîne...

Di sala 1429`an de Îngîlîz, bi alîkariya hevalbendên xwe Burgonya'yî, hemû Fransayê heta Parîs û Bakûrê Loireyê dagir dikin. Frensî, ji ber xemgîniya ku bîhîstine û ji ber nebûna serokê xwe, gelek kêm li ber xwe didin.

Li ser wan qralê Îngîlîz Henryê 5ê, doza qraltiya Fransayê dik.

Jeanne, destpêkê fermandar û piştre jî velîaht ji bo bikaranîna hêza wan razî dike.

Piştî ku ji îmtîhan û azmûnên bawermendan derbas dibe, dibe fermandara yekîneyeke leşkerî ya sed kesî. Jeanne, di şerê Orleansê de, ji yekîneyan re dibe pêşeng û bi awayekî mûcîzevî, li dijî Îngîlîzan serkeftinê bi dest dixe.

Di deverên cûda cûda yên welêt de tevlî şerê li dijî Îngîlîzan dibe.

Piştre Jeanne, diyar dike ku divê velîaht, weke Charlesê 7ê taç bide serê xwe û bi vî awayî Velîaht razî dike. Di merasîma taçkirinê ya li katedrala Reimsê tê çêkirin, li cem Qral cîh digire û bi vî awayî tê şehnazîkirin. Di sala 1430'an de, dema ku Compiegne ya li cem Parîsê diparast, ji aliyê Burgonyayiyan ve zeftkirin û radestî Îngîlîzan tê kirin. Îngîlîz, Jeanne di serî de bi efsûnbaziyê ji ber ramanên wê tewanbar dikin. Her wiha ji ber ku xwedî ramanên li dijî baweriya dêra Xiristiyan e û kincên mêran li xwe kiriye, radestî rêxistina Dêra Rouenê tê kirin. Dadgeha Girêdayî Rêxistina Dêrê, van ramanên Jeanne weke suç qebûl dike. Di encama vê mehkemê de Jeanne tê mehkûmkirin û di 30`ê Gulana 1431`ê de, bi darekê ve tê girêdan û bi saxî tê şewitandin.

Jeanne D`arc dema tê şewitandin, keçeke 19 salî ye. Lê belê Charlesê 7ê ji bo rizgarkirian Jeanne'yê nakeve nava ti hewildanan. Di sala 1456`an de rûniştineke duyemîn tê vekirin û tê îlankirin ku Jeanne bê suç e. Dêra Xiristiyan, Jeanne d'Arc, di sala 1909'an de derdixe mertebeya ezîzetiyê û di sala 1920`an ve ev yek bi fermî tê qebûlkirin.

Çavkanî[biguherîne]