Jeans
Jeans, şalê kot navê cure şalek e. Ji cawê amerkan tê dirûtin. Ji ber ku berê ji cawê amerkan, tenê ev pantolon hatiye Kurdistanê, kurd ji qumaşê wê re jî jeans an kot dibêjin. Bandora zimanê romî (tirkî) jî bûye. Ango him ji vê qumaşê re jeans tê gotin, him jî cilûbergên ji wê tên çêkirin. Cawê amerkan bestirek ji pembûyê ye, rengê wê şîn e. Qumaşeke çorsane (sade) ye.
[biguherîne]
Ji bajarê Genuayê (bilêvkirina fransî Gênes) navê xwe girtiye. Bajereke Îtalyayê ye, ji wir derbasê DYAyê bûye. Levi Strauss sala 1847'ê wekî koçber diçe San Fransiscoyê. Ew li wir bo karkeran kincekê xebatê didirû ku ev jî jeans e. Ji wir belav dibe.
Sala 1872 dirûtinên parçeyan bi perçînên hesinî tên perçînkirin. Sala 1920'ê bêjeya Blue Jeans belav dibe. Di salên 1930'yî de cureyên bêî kemerê tên bikaranîn derdikevin. Di demekê kurt de ev pantol wekî sîmboleke ciwanî û prorestokirinê tê dîtin.
Eskerên amerîkayê di Şerê cîhanê yê II. de dibin Ewropayê, li wir jî belav dibe. Aktorên fîlmê James Dean û Marlon Brando jî di belavbûna vê pantolê de bandora xwe dikin. Li DDRê li dibistan û mercên fermîtî de xwekirina wê tê qedexekirin. Yekemîn car sala 1948'ê li Ewropayê hilberîna wê tê kirin.
[biguherîne]
- JOKER Jeans
- H.I.S Jeans
- Diesel (jeans)
- Levi's
- Lee
- Wrangler
- Mustang
- Snake Jeans
- MAC Jeans
- Pioneer
- Replay
- G-Star
- Freeman T. Porter,
- Mogul (Jeans)
- Energie
- Edwin (îro Blue One)
- 7 for all mankind,
- Miss Sixty,
- Mavi Jeans
- Pepe Jeans London
- Meltin Pot
- ONLY
- Paddocks
- US Top
- Nudie
- B-US Jeans
- Sugarcane
- Evisu
[biguherîne]
- Jeansê siwariyê
- Jeansê şalwarkî, bi almanî Karottenschnitt
- Jeansê boriyokî, bi almanî Röhrenjeans
- Jeansê devlingfire
- Boyfriend jeans