Jerry Cotton

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logo

Jerry Cotton an jî G-man Jerry Cotton navê yek rêzeromaneke polisiye ye ku bi taybet li welatên almanîpeyv herî biserkeftî ne . Dahênerê wê fîgûra romanê Delfried Kaufmann e .[1] Romanên lênûskê bi taybet di kîosk û dikanên kovaran û rojnameyan tên firotin . Navê weşanxaneya wan romanan ( bi almanî) , Bastei -Verlag e. Her wiha jî Jerry Cotton bernavkê wê weşanxane jî ye û pir nivîskaran li ser wê bernavk jî roman dinivîsin . Ji kanûna paşîn di sala 2015 rêzeroman her hefte wek E-pirtûk jî hatiye weşandin.

Piştî rêzeya 8 fîlmên sînemayî bi serlistikvaniya George Nader re di 1960an de, di sala 2010an de fîlmeke nû hate derxistin.

Kesîkirina fîgûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên Jerry Cotton[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Destpêka salên 1960î de 8 Film hatin çêkirin . 4 Film bi rengin yê din jî Filmên sipîûreşin . Rola Jerry Cotton listîkvanê Amerîkan George Nader dilîst û rola heval û alîkarê wî Phil Decker listîkvanê alman Heinz Weiss dilîst. Di adara sala 2010 de fîlmekî nû hat çêkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Lübbe, Verlagsgruppe. "Bastei-Verlag". www.bastei.de. Ji orîjînalê di 25 adar 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 adar 2018.