Here naverokê

Mîr Ceferê Dasnî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîr Ceferê Dasinî
Jidayikbûn
Herêma Dasin
Mirin841
Sedema mirinêXwekuştina bi jehrê
PîşeMîr
SerdemSedsala 9em
XebatŞoreşa Mîr Ceferê Dasinî (di navbera salên 839-841 de)
Dê û bav
  • Mîr Hesenê Dasinî (Mîr Hesin Meman) (bav)
MalbatDunbilî
biguhêreBelge

Mîr Ceferê Dasinî (jdb. ? - m. 841, li herêma Dasinê) kurê Mîr Hesenê Dasinî yê ji malbata Pîr Hesin Meman bû, û yek ji mîrên devera Dasinê (Dihoka Dasiniya) bû.[1]

Ji malbateka pîra yê ji gundê Mehetê hatiye dinyayê ye. Piştî mirina babê xwe mîrtiya deverê kiriye û navûdangê wî li deverê belav bûye. Di serdema xwe de Mîr Cehfer ketiye di gelek şer û êrişan de. Lê Mîr Cefer bi hemû şiyanên xwe ve li ber sînga wan êrişan girtiye û kariye heya demekî dirêj devara dasiniyan biparêze. Ji wan êrîşa jî êrîşa Dewleta Ebasî ya li ser destê Ebdullayê kurê Elisê Mûsilî li sala 833 zayînî. Bi leşkerkî 70 hazar şervan ve têne devera dasiniyan û di encamê de Mîr Cehferê Dasinî serkeft û Ebdullayê kurê Elisê Mûsilî tê kuştin. Lê ji ber giringiya dever dasinî ji Ebasiyan ra. Dîsan piştî du salan şer careke din li sala 834 zayinî de Ebesî bi êrişeka mezintir ve bi serokatiya Îtaxê Turkmanî ve li serdemê xelîfa Mûhtafil bila de êriş tîne bi ser devara dasiniyan ve. Îtaxê Turkmanî bi serokî kirine leşkereke mezin ku ji 150 hezar şervanê pêk dihat tê devera dasinî. Lê ji ber wê hêza meazin ya dijmin Mîr Cefer neçar dibe ber bi çiyên asê yên Kurdistanê ve here hey herdu leşker li devera Bêtnasê digihin hev û di şerekî 3 mehî de, dawî car leşkerê Mîr Cehfer dişikê û Mîr Ceferê Dasinî ji ber wê kuştin ku bi serê xelkê de hetî û wê ziyan û zerera li deverê ketî. Bi vexwarine jehrê dawiyî bi jiyana xwe tîne.

Li leşkerê dijmin bi mîretiyî jî cenazeyê Mîr Cefer dibin Semirayê û li wê derê cenazeyê Mîr Cefer ku bi jehrê dawî bi jiyan xwe anî bû li sê dar didin. Ji ber merdî û xwergiriya Mîr Cehferê Dasinî heya roja îro jî bi dehan stran û çîrok li ser tên gotin.

  1. ^ Bozanî, Xêrî (2009). Mîr Ceiferê Dasinî (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 9 îlon 2020 de hat arşîvkirin.