Pêzewarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Pêzewarî, ankû materyalîzm navê aliyek û ankû kutubeka felsefeyê ye. Ev alî, vajî kutuba mengiwerê, wê diparêzê ku zanîna mirov ji têrkerê ye. Yanî, zanîn, pêşîya wê têrker heya. Mengîwerî jî, vajî wê diparêzê ku hizir û ankû zanîn ji ber ku heya, em di zanin ku tişt heya. Ev herdû alî, di temenê ku li berhevdû sekinîna, piştî ronesansê û pêde, demeka dirêj bi hev re ketina tekoşînê û şer de. Fîlozofên weke Berkeley, Calvin û hwd, weke fîlozofên wê kutuba mengiweriyê ne. Kutuba Pêzewarîyê jî filosofên wê, weke weke Descartes, Huma, Bacon û hwd in. Marksim, weke xatek û herikineka pêzewarî jî ye.

Dîroka wê ya berê[biguherîne]

Dîroka pêzewarîyê, tê birin li dema berîzayinê heta dema Demokrîtos, felsefeya Demokrîtos, weke felsefe û awayekî têgihiştinî ku wî ji têrkerîtîyê gav avêtiya û bi er bûyîna hizir ve çûya. Ev awayê çûyinê jî, awayê ku ev aliyê pêzewarî weke bingihîn ji xwe re dibîne ya. Piştî wî re, Hizrên Sokrat û Arişto jî, ji wan sûd hatiye girtin. Lê Sokrat û Aristo, weke dû mirovên mengiwer jî hatina hesibandin. Herwusa, felsefeya Platon, weke fesefelya mengierî ya felsefe tê hasibandin.

Piştre di dema ku dem tê dema Serdewam navîn, wê hizrên Spinoza jî, beşek ji wê, di vê çerçovê de were şîrove kirin. Piştî zayinê, wê piştre Bacon, Descartes, Huma û hwd wê weke hizirvanên ku di vê xatê de ji wa sûd were vergirtin hatina dîtin. Descartes ferhanga gotinên felsefeyê nivîsand.

Piştre jî, di dema Ronasansê de wê gelek filosofên ku bi astronîmiyê de kar dikin, ên weke Kopernîk, Galîleî û hwd wê ji wan sûd wer vergirtin. Di sedsala 17'an û pê de, wê felsefetiyeka xort di vê warê û xate de were kirin. Pêşî, weke xateka di temenê ku olê red dike tê zanîn. Heta roja me jî, di wê temenê de hatiye şîrovekirin. Ji ber ku ol, di temenê mengiweriyê de tê zanîn. Manawiyet, weke destpêkê di wê de dibêt.

Nîqaşên di nava Marks û Hegel bixwe de jî hinekî di vê temenê de ne. Di dema ku Marks divêje ku min "diyalektika Marks li ser lingên wê rûnandin", hinekî j bahse vê dike. Hegel, di dema xwe de weke akamîsyenî bû. Di zankoyê de fêrên perwerde didan. Wî, di temenê mengiwerî û ankû îdeyalîzmê de hanî ser ziman.

Di sedsala 20'an de, zaynarên weke Aguste Comte, wê pirtûka xwe ya li ser metodên zanistê binivîsêne û wê zanyeriyê wele "rêya sêyem", di nava vê nîqaşên mengiwerî û pêzewarî de pêşnîyar bike.

Çavkanî[biguherîne]