Rûvî (ajal)
Ji Wîkîpediya
| Rûvî, rovî, rêvî | ||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||
|
Rûvî an jî rovî, ajellêkî goştxur ji xêzana kûçikan e, her wekî gurg, wawik û segên kedî. Rûvî ajeleke nîvmezin e û tevî ku kurkê rûviyê Kurdistanê bi giştî sor e jî, li cihên din cinsên bi rengê spî an reş (zîvîn) jî hene. Rûvî, li bilî Nûzêlenda, Madagaskar û çend giravên din, li hemû parzemînên cîhanê hene.
Ev cinsên rûviyan li cîhanê tên naskirin:
- Alopex (rûviyê seholbendê)
- Cerdocyon (rûviyê kêvjarxur)
- Dusicyon (rûviyê Falklandê)
- Fennecus (fennek an rûviyê çolistanê - carina di nav cinsê Vulpes de tê dîtin)
- Otocyon (rûviyê guhbel yê efrîqî)
- Pseudalopex (rûviyên Başûrê Emerìkayê)
- Urocyon (rûviyên boz)
- Vulpes (rûviyên rast)