Robert Louis Stevenson
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê | |
Navê jidayikbûnê |
Robert Lewis Balfour Stevenson |
Hevwelatî |
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendayê (en), Keyaniya Yekbûyî |
Cîwar | |
Perwerde |
Zanîngeha Edinburgh University of Edinburgh School of Law (en) |
Pîşe |
Helbestvan, ceribanvan, romannivîs, nivîskara kurteçîrokan, nivîskara pirtûkên zarokan, nivîskar, strannivîs |
Salên çalak |
- |
Bav |
Thomas Stevenson (en) |
Dê |
Matilde Margaret Isabella Stevenson (d) |
Hevjîn |
Fanny Stevenson (en) (ji heta ) |
Xizm |
D. E. Stevenson (en) (second niece) |
Şêweyên hunerê | |
Bandorbar |
Guy de Maupassant (en), Charles Dickens, Edgar Allan Poe, Nathaniel Hawthorne (en) |
Girava Gencîneyê, Kidnapped (d), Meseleya seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, A Child's Garden of Verses (d), Prince Otto (d) |
Robert Louis Balfour Stevenson (jdb. 30ê çiriya paşîn a 1850an li Edinburgh, Skotlenda; m. 3ê kanûna pêşîn a 1894an li Vailima, li nêzîkê Apia, Samoa) romannivîs, helbestvan û gerrnamenivîsek skotlendî û ji cêlê nû-romantîzma inglîzî bû.Stevenson bi nexweşiya tuberkulozê ket û tenê 44 salî bû; lêbelê, ewî berhemeke berfireh ji çîrokên rêwîtiyê, wêjeya serpêhatî û romana dîrokî, û hem jî helbest û gotarên xwe hişt. Berî her tiştî, klasîkên pirtûkên ciwanan Girava Gencîneyê û romana tirsnakê Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde , ji bo bûyera dabeşkirina kesayetiyî ve girêdayî ye û dikare wekî romanek tirsa psîkolojîk were xwendin. Hin roman îro hîn jî popûler in û ji bo adaptasyonên pirjimar wek nimûne xizmet kirine.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zarokatî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Robert Louis Stevenson wek tenê kurê endezyar û çêkerê fanosên deryayî Thomas Stevenson û Margaret Isabella Stevenson, ji malbata Balfour (1829-1897), li 8 Howard Place, Edinburgh ji dayik bû. Bi eslê xwe navê wî yê noqkirinê Robert Lewis Balfour bû; Di temenê 18 saliyê de, bavê wî Lewis guvaştibû bi forma fransî "Louis" da ku pêşî li têkiliya bi radîkalekî ramyarî ya bi heman navî re bigire.[1] Bapîrê wî Robert Stevenson, apên wî Alan Stevenson û David Stevenson, pismamên wî David Alan Stevenson û Charles Alexander Stevensons, û her wiha pismamê wî Alan Stevenson (1891-1971) hemî endezyar û çekerên fanosên deryayî bûn. Malbata dayika wî jêdera navê xwe anîn li ser Alexander Balfour, ku di sedsala 15' ê de xwediyê erdên nêzîkê Fifeê bû. Bavê Margaret, Lewis Balfour (1777-1860), keşeyê Dêra Skotlandê ya li nêzîkî Colinton bû, ku Steveson pir caran di dema zaroktiya xwe de betlaneyên xwe derbas dikir.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Reinbold, Michael (1995). Robert Louis Stevenson. Reinbek bei Hamburg: Rowohlt. rr. 18. ISBN 9783499504884.
- ^ Balfour, Graham (1901). The Life of Robert Louise Stevenson. London. rr. 10–12.
{{cite book}}
: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |