Yekê Gulanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Roja Karker û Kedkarên Cîhanê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xwepêşanderên 1ê Gulanê, di sala 1927ê de li Helsînkiya paytexta Fînlendayê

Yekê Gulanê, 1ê Gulanê roja karkerên cîhanê ye. Ev salveger di 1ê gulanê de tê pîrozkirin.

Di sedsala 19an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmet de bûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tenduristiya mirovan, rojane 15-16 saetan dixebitîn. Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikr. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19an de, bi pêşketina burjiwaziyê, ku teknolojî bi pêşdike ve. Ceyran tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe. Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistina dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

Dîroka salvegera Yekê Gulanê[biguherîne]

  • Di sala 1884an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. Yekîtiya karkerên navnetewî û federasyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên burcuwazî daxwazkirin, ku saetên kar yên rojane bibin heşt saet û ev yek pêwist e heya du salan pêk were.
  • Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe, di 4ê gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya karkeran ve li Meydana Haymertê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80 hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawîdikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndardibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin. Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibinû. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin[çavkanî pêwîst e].
  • Sendîkaya Karkerên Emerîkan di kongreya xwe ya 1888an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê sal di yekê gulanê de greva giştî pêkbînin. Di sala 1889an de, li Parisê civîna Înternasyonal ya duyem hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1ê Gulanê weke roja karkerên cîhanê hate îlankirin. Ji wê rojê û pêve, karkerên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, karkerên cîhanê bibin yek.

Bi vî awayî 1ê Gulanê ji bo karkeran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê.

Yekê Gulanê li Kurdistanê[biguherîne]

Yekê Gulanê li Tirkiyê[biguherîne]

  • 1ê Gulanê di roja me ya îro de li gelek welatan weke rojeke tehtîlê ye û ji aliyê karkeran ve bi xwepêşandanên girseyî tê pîroz kirin. Li hin welatan jî 1ê Gulanê bûye çalakiya daxwazên demakratîk ên siyasî.
  • 1ê Gulanê li Tirkiyê yekemcar di navbera salên 1908an û 1912 an de hat pîroz kirin.

Digel qedexeyên salên 1921 û 1922an de, li Stembolê karkerên tersane û tramvayê mitîng lidarxistin.

  • Di sala 1925an de, li Tirkiyê qanunek hat derxistin ku pîrozbahiyan qedexe kir û 1ê Gulanê weke Cejna Bahar û Çîçekan îlan kir.
  • 1ê Gulanê piştî bêdengiyeke 43 salan destpêkir ji sala 1968an û vir li Tirkiyê bi rengên cuda cuda hat pîroz kirin.
  • Di sala 1977an de, 500 hezar kesên ku tevlî merasîmeke li meydana Taksimê bûbûnrastî gulbaranê hatin û 37 kes mirin. Bi tevî darbeya 12ê Îlonê jî 1ê Gulanê hertim dihat qedexekirin. Piştî 12ê îlona 1980î 1ê Gulanê di sala 1989an de li gelek fabrîkayan bi grev û berxwedanan hat pêşwazîkirin. 1ê Gulanê piştî sala 1992an jî li gelek navendan, li meydanan hat pîroz kirin. Tevgera karker û kedkaran ku pêş diket, di 1ê gulana 1996an de xwe nîşan da û bi sedan hezar kedkar meydan tijî kirin. Lêbelê di pîrozbahiyên li Kadıköya Stembolê de, di encama gulebaran polêsan de dîsa 3 kedkar jiyana xwe ji dest dan.

Çavkanî[biguherîne]