Serhildana Stonewallê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneya yekane ya naskirî ku di şeva yekem a serhildanan de, ji hêla wênekêşê serbixwe Joseph Ambrosini ve hatî kişandin, nîşan dide ku ciwanên hevzayend bi polîsan re dikevin pevçûnê.[1]

Serhildanên Stonewall (ku wekî "Serhildana Stonewall" an bi tenê "Stonewall" jî tê zanîn) rêzek xwenîşandanên spontan bûn ji hêla endamên civata hevzayend ve [2]. Ew wek bersiva êrîşa polîsa di demjimêrên serê sibê yên 28ê hezîranê 1969 de li Stonewall Inn li taxa Greenwich Village ya Lower Manhattan li New York City dest pê kirin. Her dema ku polîs hêza tundûtûj bi kar dianî, patronên Stonewall, barên din ên lezbiyen û hemwelatiyên homoseksuel di gel mirovên kuçeyên taxê li ber xwe didan. Serhildan bi berfirehî wekî bûyera sereke tê hesibandin ku tevgera azadiya hevzayendan û şerê sedsala bîstan ji bo mafên LGBT li Dewletên Yekbûyî veguherand. [3][4][5]

Wekî ku di wê demê de ji bo barên hevzayend ên amerîkî gelemperî bû, Stonewall Inn ji aliyê mafyayê ve dihat kontrolkirin.[6][7][8] Dema ku di salên 1960an de êrîşên polîsan li ser barên homoseksuelan rûtîn bûn, efseran zû kontrola rewşê li Stonewall Inn di 28ê hezîrana 1969an de ji dest dan. Di navbera Polîsê Bajarê New York û niştecihên hevzayend ên Greenwich Village de, êvara din û dîsa çend şev şûnda di xwepêşandanên din de alozî derketin. Di nava çend hefteyan de, niştecihên bajêr di nav komên çalakvan de xwe rêxistin kirin û daxwaza mafê jiyana azad li ser meyla xwe ya zayendî, û bê tirsa girtinê kirin. Rêxistinên aktîvîst ên nû bal kişandin ser taktîkên rûbirûbûnê û di nav çend mehan de sê rojname hatin damezrandin ku mafên mêr û lezbiyenan pêşve bibin.

Piştî serhildanê bi salekê, ji bo bîranîna salvegera 28ê hezîrana 1970ê, yekem meşên serbilindiya hevzayendan li Chicago, Los Angeles, New York û San Francisco pêk hatin.[9] Di nav çend salan de, rêxistinên mafên homoseksuelan li seranserê Dewletên Yekbûyî û cîhanê hatin damezrandin. Îro, çalakiyên LGBT Pride salane di meha hezîranê de ji bo rêzgirtina serhildanên Stonewall têne lidarxistin.

Monumenta Neteweyî ya Stonewallê di sala 2016an de li deverê hate damezrandin.[10] Nêzîkî 5 mîlyon beşdaran 50-emîn salvegera serhildana Stonewall bi bîr anîn, [11] û di 6ê hezîrana 2019an de, komîserê Polîsê Bajarê New York James P. O'Neill ji bo kiryarên efserên li Stonewall di 1969an de lêborînek fermî xwest.[12][13]

Girîngî û bandora serhildanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev xwepêşandan, di dîroka DYAyê de wekî yekem berxwedana eşkere ya li hemberî zorkeriyên ku li ser eqeliyetên zayendî û hevzayendî dihat kirin, tên nîşankirin. Tê pejirandin ku piştî vê bûyerê, bi taybetî li DYAyê di hemû cîhan de tevgerên mafên hevzayendan dest pê kiriye.

Di 28ê hezîrana 1970ê de li Los Angeles û New Yorkê yekemîn salvegera serhildanê hat bîranîn û meşên Pride ("Rûmet") hat lidarxistin.

Îro bi mebesta bîranîna serhildanên Stonewallê li New Yorkê her sal di dawiya meha hezîranê de çalikî tên lidarxistin.

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • After Stonewall, belgefîlma ku di navbera salên Stonewall û dawiya sedsalê dihewîne.
  • Before Stonewall, belgefîlma ku qala bûyerên berî Serhildana Stonewallê dike.
  • Stonewall Uprising, belgefîlma ku bi bikaranîna dîmenên arşivê, wêne, belge û vegotina şahîdan, serhildanê dide ber çavan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Carter 2004, r. 162.
  2. ^ Hoffman 2007, rr. 79–81.
  3. ^ Julia Goicichea (16 tebax 2017). "Why New York City Is a Major Destination for LGBT Travelers". The Culture Trip. Roja gihiştinê 2 sibat 2019.
  4. ^ "Brief History of the Gay and Lesbian Rights Movement in the U.S". University of Kentucky. Ji orîjînalê di 18 çiriya paşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 îlon 2017.; Nell Frizzell (28 hezîran 2013). "Feature: How the Stonewall riots started the LGBT rights movement". Pink News UK. Roja gihiştinê 19 tebax 2017.; "Stonewall riots". Encyclopædia Britannica. Roja gihiştinê 19 tebax 2017.
  5. ^ US National Park Service (17 çiriya pêşîn 2016). "Civil Rights at Stonewall National Monument". US Department of the Interior. Roja gihiştinê 6 tebax 2017.; "Obama inaugural speech references Stonewall gay-rights riots". Ji orîjînalê di 30 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2013.
  6. ^ Duberman 1993, r. 183.
  7. ^ Carter 2004, rr. 79–83.
  8. ^ "Stonewall Uprising: The Year That Changed America – Why Did the Mafia Own the Bar?". American Experience. PBS. nîsan 2011. Roja gihiştinê 5 hezîran 2019.
  9. ^ "Heritage | 1970 Christopher Street Liberation Day Gay-In, San Francisco". SF Pride. 28 hezîran 1970. Ji orîjînalê di 22 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 hezîran 2014.
  10. ^ Nakamura, David; Eilperin, Juliet (24 hezîran 2016). "With Stonewall, Obama designates first national monument to gay rights movement". Washington Post. Roja gihiştinê 24 hezîran 2016.
  11. ^ About five million people attended WorldPride in NYC, mayor says By karma allen, July 2, 2019. Accessed July 4, 2019.
  12. ^ Gold, Michael; Norman, Derek (6 hezîran 2019). "Stonewall Riot Apology: Police Actions Were 'Wrong,' Commissioner Admits". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 6 hezîran 2019.
  13. ^ "New York City Police Finally Apologize for Stonewall Raids". advocate.com. 6 hezîran 2019. Roja gihiştinê 6 hezîran 2019.
  • Stein, Marc (2004). Encyclopedia of Lesbian, Gay, Bisexual, and Transgender History in America. Charles Schribner's Sons., Beşa "Pride Marches and Parades".
  • Duberman, Martin (1993). Stonewall. Penguin Books. ISBN 0-525-93602-5.