Serpêhatiyên Derasayî yên Nils Holgersson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nils Holgersson li ser pûlekî posteyî yê Deutsche Post AG

Serpêhatiyên Derasayî yên Nils Holgersson (navê orijînal ê swêdî: Nils Holgerssons underbara resa genom Sverige), pirtûkekê çîrokê zarokan e. Ji aliyê nivîskara Swedî Selma Lagerlöf ve hatiye nivisîn. Pirtûk di destpêkê de di sala 1906 û 1907’an de bi du beşan hatîbû weşandin. Paşê ew her du beş di yek pirtûkekê de hatin komkirin û bi sernavê Serpêhatiyên Derasayî yên Nils Holgerssons ve weşandina wê berdewam kir.

Ligel ku pirtûk piştî swêdî li gelek zimanên din jî hatiye wergerandin, hê wergerekê wê ya bi kurdî (kurmancî) nîn e.

Derveyî Swêdê, çîrok bi taybetî bi xêzefilmê ku dû vê pirtûkê hatîbû çêkirin hate naskirin. Xêzefilmê herî popûler, berhemekê japonî, di sala 1980’an de der hat û li gelek welatên cîhanê bi navên cûrbecûr hat weşandin. Hinên ji wan navên bikaranî ew in: “Rêwîtiya Ecêb ya Nils Holgersson”, “Serpêhatiyên Nils”, “Nils û Qazên Kûvî”, “Qazên Firrketî” û hwd.

Vegotina çîrokên vê rêze ya xêzefilm a japonî bi piranî rasterast li gor pirtûka resen (orijînal) bû, ji xeynî hebûna mişkê sîsirk ê Nils û rolekê mezintir ji bo rûvî. Herwiha kumikê Nils di xêzefilmê de sorik ê, ligel ku di pirtûkê de kumikê wî spî ye.

Pirtûk wekê encamê projeyekê Komeleya Netewî ya Mamosteyan a Swêdê derketiye holê. Komele xwastiye ku ji bo xwendavanên dibistanên seretayî pirtûkekê alîkarî yê erdnîgariya Swêdê bê nivisîn. Ji bo nivisandina pirtûkê, Selma Lagerlöf sê sal bi naskirina xweza, erdnigar, dîrok, çirokên gelerî, û folklora Swêdê naskirinê ve derbas kirine.

Herwiha, pirtûka Selma Lagerlöf dikane wekê parçeyekê kampanyaya gelerîkirina awayê nûhû yê nivisîna swêdiyê bê pejirandin. Jixwe pirtûk di vê armancê de jî gelek serkeftî bûbû.

Çîrok[biguherîne]

Pirtûk li derbarê lawikekî bi navê Nils Holgerssonê ye. Nils zarokekî şûm e, hem dê û bavê xwe û hem jî heywanên ku li cotgehê malbata wî dijîn her acîz dike, hetta ku hemû heywanên cotgehê ji destê wî êdî bêzar bûne. Rojekê Nils, kengî dê û bavê wî cûbûn dêrê, Nils pêrgî tomtekî (cûreyê cînekî Skandînavî) tê. Tomteyê bi pepûle-torekê ve dixe dafê û pêdigire. Tomte dibêje ku ger ew ê wî berde, ew ê jê re sîkkeyekê kevn, kevçiyekê zîv, û pereyê zêrîn bide. Lê Nils pêşniyarê tomte qebûl nake. Tomte jî hêrs dikeve û bi efsûnê ve Nils’ê hem cûce (bejnbost) dike hem jî wer dike ku Nils êdî dikane zimanê heywanan fahmbike û bi wan re bipeyîve. Bêgûman, niha ku Nils biqasî pêçiyekê pîçûk bûye, heywanên cotgehê pê dilşa dibin û dikin ku tola hemû eziyetê ku Nils hetta niha li wan kirine hilbînin. Serdem meha Adarê ye, destpêkê biharê. Komên qazkovî di ser cotgehê re difirin. Qazekî spiyê kediyê cotgehê jî dixwazê bi komê qaskûvî re bifire, ji cotgehê dûr bikeve û bikeve rêwitiyekê dûr û dirêj. Bi hatina komekê din a qazkoviyan ve, qazê kedî jî hewl dide, baskên xwe ba dike, û berbi qazkoviyan ve dikeve firê. Gava Nils dibîne ku qazê wan dê ji cotgehê dûr bikeve, bi bejna xwe ya kin baz dide ser stûya qazê da ku wî pêgire û bi fir ketina wî asteng bike. Lê ji ber ku ew biqasî pêçiyekê pîçûk bûye, qazê kedî Nils jî bi stûya wî ve difire, bilind dibe, û tevlê qazkoviyan dibe. Ji vê û pê ve rêwîtiya Nils a dûr û dirêj a li hêremên Swed’ê dest pê dike.

Bi rêwitî û serpêhatiyên Nilsî ve, nivîskar Selma Lagerlöf erdnîgarî, xweza, dîrok, folklor, çîrokên gelerî yên kevn, û bajar û bajarokên Swêdê jî ji xwendavan re dide nasîn.

Nils ji rewîtiya xwe pişti demekê dirêj û piştî bûyîna xortekê gehîştî, jêhatî, û baqqil vedigere cotgehê malbata xwe. Dikane bê gotin ku di çîrokê de ders ev e ku her zarok da ku bibe kesekî/ê gêhiştî û zana yê/ya swêdî dive welatê Swed’ê rind nasbike. Û bi vî awayî jî neteweyekî swêdî yê xurt, jêhatî, û ji xwe bawer derkeve hole.


Girêdanên derve[biguherîne]