Anesûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sorê (riwek) hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Anesûn (sorê)
Koehler1887-PimpinellaAnisum.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Eudicots
(ne eşkere ye) Asterids
Kom: Apiales
Famîle: Apiaceae
Cins: Pimpinella
Cure: P. anisum
Navê zanistî yê latînî
Pimpinella anisum
L.

Anesûn, anîson, enîson, anason, yanason, anix[çavkanî pêwîst e], anîs[çavkanî pêwîst e] an hebosan an jî sorê[çavkanî pêwîst e] (Pimpinella anisum), ji famîleya bexdenûsan giyayek êşbir e. Li çolê şîn tê, belgên wê kesk, kulîlk spî ye. Belgên wê gurover, lê wek gurçikanin. Fêkiya wê biçûk e, wek girsikan e. Mezinahiya fêkî, dirêjî 6 cm firehî jî 2 cm e. Rengên wan yan gewrê vekirî yan jî qahweyî ne. Gîyayek bêhneke wê ya xweser û tûj heye. Bejna wê 40 heta 70 cm bilind dibe. Nava qurmê wê vala, wek lûlan e. Di demên kevnar de Sûmeriyan (ku beşek ji Hûrî û Gûtiyên Çiyayên Zagros in) bi xwe re biribûn deştê. Misriyan jî wek derman xebitandina wê ji Sûmeriyan fêrbûn û dera hukmê wan lê dermaz dibû belav kirin. Tê gotin ku welatê wê yê eslî Kurdistan e. Herçend Kurd wê ji çolê berhev dikin, lê miletên din jibo dermançêkirin, xweşikahî û ticaretê diçînin. Tê gotin 90 cûreyên wê hene.

Berhevkirin[biguherîne]

Berhevkirin û parastin: Sorê divê dema havîn û payîzan belg, tov (bizir) û fêkiya wê dema bigehe bê berhevkirin. Di sîberê de bê hişkkirin û di firaxên cam, anjî tûrên caw (cilik) de bê paraztin.

Naverok[biguherîne]

Têdayî ( Madde û mîneralên tê de) : Rûn (dohn) ên firek (yên dibin gaz), Asitragol, îsoenthol, Anîse Eldehît, Anîse alkohol, P- methoxy, Pîpen, Lîmonen, Penehol, Ester, Nişasta, Musîlaj, Anethol. Û hwd.

Bikêrhatin[biguherîne]

Sorê

Faydên wê: 1- Givirandinê (hezmê) sanahî (hêsan) dike. 2- Bê iştahî û dilbuhurîna (dilxelîna) li hember xwarinan ji holê radike. 3- Gazên mexde û rûvîkan jêdibe. 4- Mîzê zêde dike. 5- Vereşandin û navhinavçûyînê (virik- ishal) dibire. 6- Ketina kincan ( Qulipîna bincanê – liba jinan herikîna xwînê , adetên mehê carekê jin dibînin) tekûz dike ( lê divê di demên ketina kincan û dugiyan ( hamîle – bi zaro –avis) bûnê de neyê xebitandin). 7-Şîrê dayikê zêde dike. 8- Hêrsbûnê dadixe. 9-Êşên mîgren dibire.10 - Westana mejî ji holê radike û xewê tîne. 11- Dil bi hêz dike. 12- Tevgera xwînê serrast dike. 13- Daxwazên zayendî (cinsî) zêde dike. 14- Gilî û gazindên ji astim, bêhnçikandin û bronşîtê, ji holê radike. 15- Li ba temenmezinan daketina pistan ( memikan) radiwestîne . Dema zêde bê standin serêşê û tevizandinê çêdike .


Bikaranîn[biguherîne]

Fêkiya anesûnê

Xebitandin: 1- Tib gelek dermanan jê çêdike. 2- Jibo tamxweşkirinê dikeve nava gelek xwarin, vexwarin, kade, tutik, paste, qurabîye û nan. 3- Alkol: Her welatek li gor tama devê xwe tev li alkolan dike wek Rakî (ereq), Ouzo, Permût û hwd. Li mintiqa Wanê û Hekarya dikin nav mastê parzinî jêre dibêjin Soretan (soxetan) wek pêxwarinê dixwin.


Çayê: 1- Jibo her qedehek avê, du kevçiyên çayê tovê sorê bêxin nav û bikelînin, paşê biparzinin, jibo tamxweşkirinê hinek hingiv an jî şekir bêxin nav, rojê 3 caran du kevçiyên çayê bidin zarokan .

Çayê: 2- 30 gm pelên sorê bêxin nav lîtrek avê û bikelînin, paşê biparzinin û berî xwarinê 3 kevçiyên xwarinê jê vexwin.

Çayê: 3 2 kevçî çayê tovê sorê û ewqas jî catir bikin nav qedehek avê û bikelînin. Paşê biparzinin û bi hingiv tamxweş bikin. Rojê sê car kevçîyek xwarinê jê vexwin.

Rûn: 150 gm rûnê zeytê, 50 gm sorê bêxin nav 0,5 lt av û bikelinin heta ava wê hemi dibe hilim û tenê rûn dimîne. Paşê wî rûnî bêxin firaxekê. Dema zaro diranê wan dêşe an jî ji ber derketina diranêşê dibîne, hema serê tiliya xwe li wî rûnî xin û li dera diêşe xin. Hem wê zaro ji êşê xelas be, hem jî wê diran bi sanahî (hêsayî) derkeve.

Di zargotinê de[biguherîne]

Lêre serpêhatîyek li ser sorê hat bîra min. Dixwazim wê bi xwendevanan re parvekim.

Li Cûlemêrgê Naîm hosta hebû, bixwe makînîstê elektirîkê bû. Lê herdem ereq vedixwar û serxweş bû. Rojekê hevalekî wî yê Cûlemêrgî ji malbata (ûcaxa) Mohdayan wî gazî dike firavînê. Li ser sufrê ji derveyî xwarinên din soretan jî heye. Naîm Hosta jî cara ewile soretanê dibîne. Çawa hinek soretanê dixwe, ditamije, dinê re tama ereqê jê tê.

Îcar ji hevalê xwe dipirse ev çîye? Hevalê wî dibê: Soretan e, ji sorê çêdibe. Naîm Hosta ji ber ku Kurdî nizane, bi Tîrkî ji hevalê xwe re dibêje: Êhhh be orûspî çocixî, sen bana dîyorsun ereqçî! Ama ereqin ana madesinî kendîn yîyorsin. Sonra da dîyorsin ereq heram dir. ( Be hey kurê qahpikê, tu dibêji min ereqçî! Lê maka ereqê tu bixwe dixwi. Bi serda jî dibê ji ereq heram e).

Çavkanî[biguherîne]