Urfan Alparslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Urfan Alpaslan hat beralîkirin)
Urfan Alparslan

Urfan Alparslan, di sala 1945'an de li bajarê Agirî, li gundê Mîrengiyê ji dayika xwe bûye. Wî, xwendina xwe ya seretayî li wir xelas kiriye. Paşî di dibistana mamostatiyê de xwendina xwe domand. 1967'an de dest bi mamostetiyê kir

Di sala 1979'an de ji bo Serokatiya Şarêdariya Agirî bû berendam û bû serokê Şarêdariya Agirî. Dema bû serokê şarêdariyê li gora derfetên xwe kar ûb ar ji gel rê dikirin, gel ew kir rêber û baweriya xwe pê anî. Hêzên dewletê her roj êriş û têkkdanên xwe zêde dikirin. Rojekê bi 75 hevalên xwe ve hat girtin. Paşî kûştinxwazî çê kirin û ew birîndar bû. Êrişên qirêj bazirganên Urfan Alparslan ji tekoşîna gelê wî paş de nehişt. Xebatên xwe yên gelêrî bi xebatên ramyarî vê girêda û bi awayekî bi hevbeşî digel hevalên xwe xebitî.

Çend rojan beriya 12'ê İlona 1980'yî ji aliyê wezîrê hundirîn ve serokatiya şarêdariyê ji Urfan Alparslan hat sitandin . 12'ê Îlonê çêbû, bi bîryara rêxistina xwe derbasî Kurdistana rojhilat bû.

Urfan Alparslan û komalek hevalên wî ji bo dîtinên cûda ji rêxistina xwe dûrketin. PSKT.- Roja Welat ava kirin. Wan di 1986'an de Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê (TSK) ava kirin û bi bîryara bilind kirina tekoşînê li ser axa welat li Rojhilata navîn cîh girtin.

Urfan Alparslan, bi navê xwe yê din Kamilê Reşo, ava kirin û parastina Kurdistana serbixwe-azad û demokratîk ji xwe rê kirî bû armanc. Wî, bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê, her wiha dikare di reya tekoşîna çekdarî rê bigihîje serfiraziyê. Bi wê baweriyê di damezirandina Artêşa Rizgariya Kurdistanê (ORK) de cih girt û vegeriya welat.

Urfan Alparslan û hevalên wî bi leşkerên Tirk û cehşên ji wan rê di îlona 1988'an da li sînorê Qilaban - Elkê dest bi şer kirin. Ew şerê wan 3ê Kewçêra 1988'an da li Qilaban çiyayê Torisanê bi kîmyabarandina Tirkan bi dawî bû.

Urfan Alpaslan (Serhat Ararat, Kamilê Reşo) Endamê navendî ên TSK (Tevgera Sosyalist a Kurdistané) û Serokê Konseya Leşkerî ya bilind a Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan bû (Kürdistan Kurtuluş Ordusu Yüksek Askeri Konsey Başkanı)

Urfan Alpaslan di sala 1945'an da li gundê Mirangî ya ku bi bajarê Agirî va girêdayiyê tê dinê. Li gundê xwe dibistana seretayî dixwînê, piştra terê dibistana mamostetiye. Sala 1967 dibistanê xilas dike û dest bi mamostetiyê dike, ev 6 sal dikude.

Di Sala 1973 de li Stembol ê dikeve Înstîtuya Ataturk a Perwerdehiye, viya jî di sala 1975'an da diqedîne û cardin dest bi mamostetiye dike. Di navbera salên 1975-1978'an da gelek caran tê nefî kirin.

1978 an da bi daxweziya xwe tere Agirî. 1979 da hilbijartina Şarêderiyê da dibe namzetê PSKT ê û di vî hilbijartinê da dibe serokê bajare Agirî. Di vî demê da gelek tehdayî lê dibe, tê girtin, tê birîndar kirin. Piştî cûnta Leşkerî ya 12 Îlone ji welat derdikeve.

Di sala 1984 an da ew û Zeki Adsiz tev bi hevalên xwe yên din ji PSKT ye diqetin û xeta TKSP-Roja Welat ava dikin, dûra ev xet di bin nave TSK (Tevgera Sosyalıst a Kurdistané) dest bi xebatê diki. Ji bo dest pê kirina şerî çekdarî derbazî Rojhilata Navîn dibe.

Di piştî perwerdehiya leşkerî derbazî welat dibin û di 01.10.1988 de li çiyayê Sorisan di şer da şehîd dikeve.