Here naverokê

Chainides

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xaînîdes hat beralîkirin)
Chainides (2008)

Chainides (bi yewnanî: Χαΐνηδες, Khaïnides), komeke muzîkê ya girava Krîtê (Yewnanistan) e ku muzîka xwe ji kelepor û muzîka kevin ya Krîtê girtiye. Gotinên stranên xwe ji zarê krîtî ya yewnanî dibijêrin.

Ev kom di adara 1990î de ji aliyê komeke hevalan hate damezirandin, Hemû damezirînerên komê xwendekarên zanîngeha Krîtê bûn û navên wan Dimitris Apostolakis, Dimitris Zacharioudakis, Giorgos Laodikis, Miltos Pashalidis û Kallia Spyridaki. Albûma wan ya pêşî di sala 1991ê de bi navê Chainides derket. Piştî demekê hejmara endaman bû heft û sê albûmên dî derxistin berî ku di sala 1997an de bi awayekî demkî ji hev veqetin. Piştî salekê Dimitris Apostolakis û Dimitris Zaharioudakis kom ji nû ve gihand hev û endamin nû jî beşdar bûn.

Endamên nû jî Maria Koti, Alexis Nonis, Periklis Tsoukalas û Antonis Skamnakis bûn.

  • 1991 - Χαΐνηδες (Khaïnides)
  • 1993 - Κόσμος κι όνειρο είναι ένα (Kósmos ki óniro íne éna)
  • 1994 - Με κόντρα τον καιρό (Me kóntra ton keró)
  • 1997 - Το μεγάλο ταξίδι (To megálo taksídi)
  • 2000 - Ο ξυπόλητος πρίγκηπας (O ksipólitos prígipas),
  • 2002 - Δελτίο ειδήσεων (Deltío idíseon), sê stran
  • 2005 - Ο γητευτής και το δρακοδόντι (O giteftís kai to drakodónti),
  • 2007 - Ο Καραγκιόζης στη Γιουροβίζιον (O Karagiózis stin Yiourovízion)
  • 2008 - Η κάθοδος των Σαλτιμπάγκων (I káthodos ton Saltimpágon)
  • 2011 - Αγροκτηνοτροφικά και Μητροπολιτικά (Agroktinotrofiká ke Mitropolitiká)