Here naverokê

Xelata Nobelê ya Kîmyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xelata Nobel a kîmyayê hat beralîkirin)

Xelata Nobel a kîmyayê yek ji pênc beşên xelatên Nobel, ên ku li ser navê Alfred Nobel hatine avakirin e.

Weqfa Nobel a ku di sala 1900'î de hatiye damezirandin vê xelatê lidardixe (wekî hemî yên din) û Akademiya keyserî ya Swêd jî dide. Bihayê xelatê 10 Milyon Kronê Swêd e.

Piştî hilbijartina berendamên xelatê di 10'ê berfanbarê de (roja mirina damezrênerê xelatê) ji aliyê keyê Swêdê ve tê dayîn.

Krîterên xelatê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bipêşxistina zanistiya kîmyayê di bin siya mirovahiyê de û ji bo armancên zanistî û mirovane fîlozofiya sereke ya xelatdayînê ye. Dîsa xebat û keşfên di bin siya vê fîlozofiyê de tê xwastin. Xebat dikarin keşfên konkret, lidarxistina konferansên kîmyayî yan angaşt bin. Her sal li dora 250-300 kes tên pêşniyarkirin. Ev kesana bi heftnazîkî tên analîzkirin û rastiya keşf û angaştên wan tên kontrolkirin. Navên berendaman gorî prînsîbên Xelata Nobel bi qasî 50 salî bi dizî tên girtin.