Yekîtiya Efrîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Yekîtiya Efrîkayê (bi Inglîzî African Union) rêkxistiyek e ji 53 welatên Efrîkayê pêkhatiye. Ev rêkxistî li sala 2001ê bi yekgirtineka du damezrayî yên dî, Civata Aborî ya Efrîkayê û Rêkxistiya Yekbûna Efrîkayê, hat damezirandin. Armanca dawiyê ya YE-yê ew e ko diravekê yekgirtî, arteşekê yekgirtî û civateka yekgirtî jibo hemî serokên welatên Efrîkayê pêkbiînit.Ji armancên wê ewlekirina demokrasiyê, aboriyeka xweser û xweragir jibo Efrîkayê û parastina mafên mirovan e. Ew bizavê dikit ko van armancan bi nehêlana şer û pevçûnên navefrîkayî û avakirina sûkeka (bazargeheka) hevpişka Efrîkayî bidestvebiînit.

Avriyek[biguherîne]

Bilindtirîn dameziryayî ya YE-yê jibo biryardanê Civîna Serokên welat ên Efrîkayê ye. Serokê vê civînê niha serkomar Kufour, serkomarê welatê Ganayê ye.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)