Zarokê nedipeyvî (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zarokê nedipeyvî
(Zarokê ku nema dipeyvî,
Zarokê ku êdî nepeyvî)
DerhênerBen Sombogaart
ÇêkerBurny Bos
SenaryoLou Brouwers
MuzîkNizamettin Ariç
Dom/Mawe121 hûrdem
WelatHolenda
ZimanHolendî, kurdî

Zarokê nedipeyvî[1], anku "Zarokê ku nema dipeyvî", "Zarokê ku êdî nepeyvî" (sernavê bi holendî: De jongen die niet meer praate; bi îngilîzî: The Boy Who Stopped Talking), fîlmeke holendî-kurdî yê ji sala 1996 ku di bin derhêneriya Ben Sombogaart de hatiye hilberandin[2].

Fîlm li ser bingehê pirtûka nivîskara holendî Anke de Vries ku di sala 1996an de bi sernavê Memo zwijgt ("Memo bêdeng e") nivîsandibû hatiye çêkirin[3].

Lîstikvanên fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Naverok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mihemed, ku her kes jê re dibêjin Memo, lawek 9-salî ye. Ew bi dayik û xwişk xwe ya piçûk re li Bakurê Kurdistanê dijî. Li wir ew demek bextewar derbas dike û ji birîdevanê re dibe alîkar ku nameyan belav bike. Bavê wî li Holenda dixebite. Li devera ku Memo lê jiyaye şer heye. Bavê wî biryar da ku malbata xwe bîne Holendayê. Memo naxwaze, lê kesî ji wî ne pirsiye. Ji hingê ve, ew biryar dide ku dev ji axaftinê berde.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Azad Kanjo (14 tîrmeh 2008), KURDISH CINEMA 1/3, roja gihiştinê 29 tebax 2018
  2. ^ [1]
  3. ^ "Anke de Vries - Wikipedia" (bi holendî). Roja gihiştinê 29 tebax 2018.