Dêrsim (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Dêrsim binêre.
Parêzgeha Dêrsimê
Tunceli
Koda parêzgehê: 62
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Mamekî
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008) 86.449 kes
Rûerd 7.774 km2
Berbelavî 11,1 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 8 navçe
Hejmara bajarokan 10 bajarok
Hejmara gundan 382 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 428

Parêzgeha Dêrsimê (1946: Tunceli[1]; bi tirkî: Tunceli İli), parêzgeheke Komara Tirkiyeyê (bakurê Kurdistanê) ye. Navenda vê parêzgehê bajarê Mamekî ye.

Navçe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nahiye: Xozat (navend), Peyîg

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya topografiya Dêrsimê.

Bajar di nav parelelên 39° 36´ û 38° 46´ bakûr û meridyenên 38° 19´ û 40° 26´ rohilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr û rojava bi Erzîngan, li başur û rohilat jî bi Elezîz re tê girêdan. Pîvana erda bajar 7.774 km² ye. Ji vî erdî ji % 69,9 ji çiyayan pêk tê. Hejmara deşt û platoyan jî 30,1 % e. Li herêmê tene genim, titûn, fasîle/fasûlî, kixsên şekir, gûz û tirî tên çandin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asîmîlasyon û tirkkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[2], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[3] Bi vî havî Dêrsim di sala 1936an de di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz û Diyarbekirê di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  2. ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  3. ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.

Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.