Dayikên Şemiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dayikên Şemiyê
  • Rêxistina mafên mirovan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dayikên Şemiyê li meydana Galatasarayê li Stembolê (li dora 1995)
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • gulan 1995 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Nadire Mater Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Duygu Asena award Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dayikên Şemiyê komeleyeke sivîl e ku bi taybetî ji dayikên mirovên di kuştinên kiryarên nediyar û bêdaraz de windakirî pêk tê. Tê zanîn ku di navbera salên 1980 û 1995an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatine revandin û kuştin û heta îro xizmên van mirovên berzekirî tu agahiyên ji wan tune ye[1].

Dayikên Şemiyê li dijî windakirinên bi darê zorê û cînayetên siyasî yên li Tirkiyeyê di dema derbeya leşkerî û salên 90î de, her şemiyê çalakiya rûniştinê ya bêdeng û nobeda komînal li dar dixin.

Ew bi mînaka xwe ya bêîteatiya sivîl li çaraliyê cîhanê bi navûdeng in.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî komeleya Mafên Mirovan, di navbera 1992 û 1996 de, 792 windakirin û kuştinên bi darê zorê yên dewletê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatine ragihandin. Di wê demê de bi taybetî li ser herêmên kurd rewşa awarte hatibû îlan kirin û ji aliyê cendirme, polês û cerdevanan gelek kiryarên şîdetê, yên keyfî û neqanûnî rû dan. Bi vî rengî ne tenê bi hezaran gund hatin vala kirin, lê gelek kes winda bûn an bûn qurbanê kuştinên nediyar. Piraniya wan hê jî nehatine ragihandin[2].

Yekemin kombûna dayikên Şemiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo balê bikişînin ser rewşa xwe, malbatên windayiyan komeleya bi navê Dayikên Şemiyê avakirin û dest bi çalakiya rûniştinê ya heftane kirin.[3] Dayikên Şemiyê cara ewil di 27ê gulana 1995an de bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kiryar bên cezakirin" li meydana Galatasaraya Stembolê li hev kom bûn. Ji vê rojê û vir ve her roja şemiyê bi qurnefîl û wêneyên windayan li heman derê kom dibin û xwepêşandanên rûniştinê çê dikin. Modela vê komeleyê Dayikên meydana Plaza de Mayoyê ya Buenos Aires, li Arjentînê ye.

Êrîşa polêsan û navber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dayikên ku 4 sal in her roja Şemiyê hatin cem hev, di 13ê Adara 1999'an de ji ber êrîşên polîsan hevdîtinên xwe rawestandin. Di 31ê Çileya 2009an de bi wêneyên windayan ji nû ve hatin cem hev û bi xwepêşandanên xwe yên aştiyane berdewam kirin.

Nêrînên siyasetmedaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Partiyên kurdan hertim piştgirî dan daxwazên dayikên Şemiyê û pir caran bi wan re çûn meydana Galatasarayê. Her wiha her tim hewl dan daxwazên dayikan bînin meclîsê jî û ji parlamenteran xwestin bila lêkolînên hewce bên kirin.

Dayikên Şemiyê bi madalyaya Carl von Ossietzky a sala 1996 û bi xelata Hrant Dink a sala 2013 hatin xelatkirin[4].

Tesîra Dayikên Şemiyê li ser hunerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dayikên Şemiyê gelek caran ji bo hunermendên kurd, tirk û yên din bûne îlham.

Beni Bul Anne (Min Bibîne Dayê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji stranên herî navdar "Beni Bul Anne" ya Ahmet Kaya ye. Ahmet Kaya ku ji ber gotina "Ez ê bi Kurdî bistrêm" hatibû lînçkirin û di 16ê mijdara 2000an de li Fransayê di 43 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, ev stran di sala 1995an de weşand. Stran behsa windayên di girtîgehê de dike û pir caran bi girêdayên bi Dayikên Şemiyê re tê xwendin. [5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Berat Günçıkan (1996). Cumartesi anneleri. Iletişim Yayınları, Stembol.
  2. ^ www.disappearances.org http://www.disappearances.org/news/mainfile.php/doc/70/. Roja gihiştinê 25 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. ^ Altunkaynak, Selin (1 gulan 2013). "« C'était très drôle, une poignée de femmes, des centaines de policiers » : un entretien avec Ayşe Günaysu". Hypotheses (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 25 gulan 2024.
  4. ^ http://www.agos.com.tr/haber.php?seo=hrant-dink-odulu-cumartesi-anneleri-ve-nataa-kandie-gitti&haberid=5744
  5. ^ "Cumartesi Anneleri, Ahmet Kaya'yı "Beni bul Anne" şarkısıyla andı". Evrensel.net. 16 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 25 gulan 2024.

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]