DicOOo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
DicOOo û ferhengên rastnivîsa kurdî

DicOOo (ji Dictionary=ferheng û OOo=OpenOffice.org) bernameyeke ji bo daxistina ferhengên OpenOffice.org'ê ye. DicOOo bi kurdî hat wergerandin.

Armanca DicOOo'ye, daxistin û sazkirina ferhenga rastnivîsa MySpell a kurdî ji bo OpenOffice.org'ê ye. Di versyonên 1.9 û 2.0 yên OOo'ye de mirov dikare kurdî wekî zimanê nivîsê hilbijêre û kontrola rastnivîsê wê bike.

DicOOo 1.4.1 bi xwe jî bi kurdî ye. Nivîskarê wê Laurent Godard e.

Vêkirina DicOOo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

DicOOo bi xwe belgeyeke OpenOffice.org'ê ye. Ji bo vekirina wê gel te OpenOffice.org hebe. Dema tê vekirin, divê destûr ji bo makroyan bê dan ("Enable macros").

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]