Gotûbêja bikarhêner:Bezirgan7
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 75.590 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--Balyozbot (gotûbêj) 18:56, 25 sibat 2024 (UTC)
Nivîsandina gotaran[çavkaniyê biguhêre]
Gotara ku min li ser farisan nivîsandibû berevajî kirin. Û ez bi xwe nivîsa xwe edîtor nakim.— Ev peyama bêîmze ya Bezirgan7 (gotûbêj • beşdarî) e.
- Silav Bezirgan7! Tu kurdî dizanî? Kîjan gotar hatine berevajîkirin? Li vir çend qaîde hene ji bo nîvisandina gotaran loma dibe ku hatibin jêbirin.--Balyozxane (gotûbêj). 23:59, 15 nîsan 2024 (UTC)
- Ez bi kurdî dizanim. Lê ez di warê akademîk de hinekî qels im. Ez hinek ji tiştên ku hatine nivîsandin fam nakim. Berî her tiştî divê ez vê bibêjim. Gotarên ku ez di Wîkîpediya de dinivîsim aîdê min in. Demek dirêj nîne ku ez li ser mijarên ku ez dizanim çavkaniyan bibêjim. Û ez nikarim piraniya gotarên ku min li ser Wîkîpediya nivîsandim bibînim. Bi taybetî gava ez xeletiyên ku bi dilê xwe têne zanîn rexne dikim, ev gotar têne jêbirin. Lêbelê, postên min ên sade û sade nayên jêbirin.
- Bi taybetî li Tirkiyeyê ev yek tê kirin. Bezirgan7 (gotûbêj) 09:50, 16 nîsan 2024 (UTC)