Kovara Hêvî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kovara Hêvî li Parîsê di îlona 1983yan de bi rêvebiriya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dest bi weşanê kiriye. Vê kovarê bi sê zaravayên Kurdî nivîs weşandine: Kurmancî,Soranî û Zazakî(Dimilî). Bi temamî 8 hêjmarên kovarê derketine. Hêjmara dawîn di sala 1992an de derketiye. Di kovara Hêviyê de nivîsên kesên wek Kendal Nezan,Nûredîn Zaza,Mehmed Uzun, Rojen Barnas, Ferhad Pîrbal hwd. weşiyane.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]