Kurdzag

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdzag
Logoya Kurdzag
Bernav: Kurdzag
Dirûşm: Kurdistan xeta me ya sor e
DewletHerêma Kurdistanê
Dema avabûnê2022
Îdeolojiya siyasîKurdperwerî
Malperhttps://www.kurdzag.com/?fbclid=IwAR0jhZKEJ4tAcO4sQ5NlOMFx6uYjvMbp-AxBfcMXgJXQW9r611cUCK58xU4&m=1
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurdzag[1] rêxistineke neteweyî ya kurdî ye ku ji bo hişyarkirina civaka kurdî dixebite. Di sala 2023 de hate damezrandin[2].

Îdeolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdzag ji bilî xebatên çandî û perwerdeyî[3], roleke girîng di berevanîkirina mafên neteweya Kurd de û hişyarkirina pirsgirêkên siyasî, civakî û mafên mirovî yên ku rûbirûyê gelê Kurd in, dilîze û hewla naskirin û parastina mafên wan dide. Her wiha naskirina nasname, ziman û ala neteweyî ya kurdî.Kurdzag her wiha beşdarî xebatên mirovahî yên li herêmên kurdî yên ku ji pevçûn û koçberiyê bandor bûne.Rêxistin ji bo xurtkirina ciwanên Kurd û tevlîkirina wan di mijarên siyasî û civakî yên Kurd de dixebite. Teşwîq dike ku ciwanên Kurd beşdarîpêvajoyên biryardanê bibin. Perwerdekirina ciwanan ku rola pêşengiyê bilîzin. Kurdzag bi hêzkirina nifşê pêşeroj û perwerdekirina ciwanan armanc dike ku di nava dewleta Kurdistanê de pêkhateyeke Kurdistanî ya bihêz û yekgirtî ava bike.Bi giştî Kurdzag di pêşvebirina çanda , parastina[4] mafên Kurdan û bihêzkirina civaka Kurd de wekî platformek ji bo diyarkirina nasnameya xwe, parastina mîrata xwe û xebata ji bo paşerojeke baştir ji bo neteweya xwe de xwedî roleke girîng e.Kurdzag baweriya xwe bi Kurdistana mezin heye û ji bo yekkirina kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê û nêzîkkirina wan ji hev dûr bixebite ku kurd ji hev belav nebin û her tim li hev xwedî derkevin. bala wan li ser dewleta Kurdistanê ye, lê divê tekoşîna serekî ya hemûyan avakirina dewleta Kurdistanê û pêkhateyeke serbixwe ya Kurd be. Kurdzagiyan teoriyeke nû ya bi navê Zagrosî îcad kirin û bi vê teoriyê bav û kalên kurdan bi Zagrosan ve girêda û kurdan ji bav û kalên Arî veqetand û her wiha hewl da ku zimanê kurdî bikin yek û zimanekî standard hilbijêrin. Îdeolojiyên Kurdzag serbixwe ne û tekezî li ser ramanên ku di nava Kurdan de dertên, weke xebatên Mîrnişîna Soran û nivîsarên Mesûd Mihemed, melayê mezin ê Koyê, Hacî Qadir û Ehmedî Xanî, lewma zêdetir bûye rêxistineke herêmî.Îdeolojiya Kurdzag netewperestî û merîfetiya kurd e. Ew di wê baweriyê de ne ku Kurd layîqê dewleta xwe ya serbixwe û birêvebirina wê bi şêwazekî layîq û sîstemeke navxweyî ya ku li gor rewşa Kurdan be.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "مانای كورد زاگ چییە؟ دەستەی كورد زاگ چ ئامانجێكی هەیە؟". www.kurdzag.com (bi erebî). 13 adar 2023. Roja gihiştinê 1 gulan 2024.
  2. ^ کوردیپێدیا, Kurdipedia-. "ئاڵای کوردستان و مێژووەکەی". Kurdipedia.org. Roja gihiştinê 1 gulan 2024.
  3. ^ کوردیپێدیا, Kurdipedia-. "ئاڵای کوردستان و مێژووەکەی". Kurdipedia.org. Roja gihiştinê 1 gulan 2024.
  4. ^ "Tehran Photo Agemcy hacked by Cyb3r Drag0nz Team - The Cyber ..." www.google.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 gulan 2024.