Newala Çorî

Newala Çorî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Newala Çorî
Newala Çorî
Newala Çorî

Newala Çorî, Newala Çorê, Newala Çolê (bi tirkî: Nevali Çoli) yek ji şûnewarên neolîtîk ên herî kevn ên mirovatiyê bû. Ew li navçeya Curnê Reş‎ a parêzgeha Rihayê hate dîtin. Wargeha arkeolojîk yek ji kevintirîn perestgehên cîhanê dihewîne û tê de peykerên bêhempa hatine dîtin. Li gel Girê Mirazan a ku jê 50 km dûr e, Newala Çorî di têgihîştina zanistî ya serdema neolîtîk a Avrasyayê de şoreşek çêkir. Genimê herî kevnar yê kêdîkirî yê bi bavê Einkorn li wir hatiye dîtin.

Wargeha dîrokî bi qasî 490 m ji asta deryayê bilind bû û li ser her du kenarên çemê Kantara, ya ku diherikiya, çemê Feratê ye, hatibû avakirin. Di çarçoveya projeya GAPê de bendav hatin lêkirin û ev wargeha arkeolojîk kete bin ava bendava Ataturkê.

Di navbera salên 1983-1991ê de vedanên arkeolojîk ji hêla profesor Harald Hauptmann ve hatine kirin. Di çarçoveya projeya GAPê de bendav hatin lêkirin û ev wargeha arkeolojîk kete bin ava bendava Ataturkê.