Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Dîrokê
Herodot (nêzîkî 484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê
Wêneyên bijartî
Di dîrokê de îro
Bûyer
- B.Z. 781 – Di dîrokê de girtina rojê (rojgirtin) cara ewil li çînê hate qeydkirin. (wêne)
- 1896 – Henry Ford, çêkirina Ford Quadricycle (otomobîla bi benzîn yê ewil ê ku Henry çêkiriye) temam kir, û ev otomobîl di testê de serkeftî bû.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Hêzên Almanan çûn Parîsê. Wê bajarê piştî 10 rojan (14'ê Hezîrana 1940'an) bikaribin hildin bin kontrolê.
- 1946 – Juan Peron, bû serokkomarê Arjentînê.
- 1961 – Serokê Amerîka John F. Kennedy û Serokê Yekîtiya Sovyetê Nîkîta Krûşçev li Viyanayê hatin cem hev.
- 1994 – Karsazên kurd Savaş Buldan, Hacı Karatay û Adnan Yıldırım hatin qetilkirin.
- 2015 – Teqînek li stasyona benzînê yê li Accra, Ganayê pêk hat, zêdetirî 200 kesan mirin.
Jidayîkbûn
- 1966 – Cecilia Bartoli, lîstikvana îtalî
- 1975 – Angelina Jolie, lîstikvana amerîkî
Mirin
- 1941 – Wilhelm II., qeyserê dawîn ê Almanya û Prûsyayê