Riyalê Îranî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
100 Rial di sala 1981

Rialê Îranî, di sala 1925an de li şûna tûmen pereyê Îranê bû. Koda ISO IRR ye, wekî kurteya herêmî Rl. bikaranîn.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê rial (Riyāl; kevinbûyî ku jê re Gherān jî tê gotin) ji real, bi Zimanê spanî, ku çend sedsalan li Spanyayê drav bû (reel spanî tê wateya "padîşah").[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1925’an de bi rûxandina Qacaran û hevdemî bilindbûna Xanedana Pehlewiyan ya di bin desthilatdariya Reza Şah de, guhertina diravî li Îranê hate destpêkirin.

Lê îro di gelek civakên Îranê de bikaranîna pereyê Qacarî “Toman” zêdetir tê dîtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Helmut Kahnt, Bernd Knorr: Alte Maße, Münzen und Gewichte. Ein Lexikon. Bibliographisches Institut, Leipzig 1986, Lizenzausgabe Mannheim/Wien/Zürich 1987, ISBN 3-411-02148-9, S. 376 (100 Dinar = 1 Rial = 1/10 Toman).