Wîkîpediya:Nirxandina naverokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sîstema li jêr ji bo nirxandina kalîteya gotarekê ji aliyê civaka Wîkîpediyayê ve tê bikaranîn. Sîstem pergaleke herfan bi kar tîne û nîşan dide gotarek ji aliyê rastiyê ve çiqas temam e, herwiha kalîteya zimên û formata rûpelê jî faktorên muhîm in.

Nirxandinên kalîteyê bi giştî ji aliyê edîtorên ferdî yên Wîkîpediyayê ve bi riya lêzêdekirina şabloneke Wîkîprojeyan bêyî gotûbêjê tên kirin. Nirxa GBA (Gotarên baş) piştî nirxandina edîtorekî azad li rûpela WP:Daxwazên nirxandinê tê pêşkeşkirin. Nirxa GB (Gotarên bijartî) piştî nirxandinên çend edîtoran li rûpela Daxwazên nirxandinê tê pêşkêşkirin.

Sîstema nirxandina kalîteyê ya rûpelên Wîkîprojeyan

Muhîmiya gotaran li gorî Wîkîprojeyê diguhere. Şablona li jêr têne ji bo nîşandana fikrê muhîmiyê ye. Herwiha binêrin WP:Wîkîproje Fransa/Nirxandin

Pirsên gelemper[çavkaniyê biguhêre]

Armanc[çavkaniyê biguhêre]

Armanca nirxandinên gotaran çi ye?
Sîstema nirxandinê rê dide ku Wîkîproje di qadên xebatên xwe de kalîteya gotaran bişopînin û dorê bidin xebata li ser van gotaran. Herwiha bi riya dayîna nirxên kalîteyê li gotaran dibe ku bikarhêner zêdetir motîve bin ji bo baştirkirina naverokên heyî.
Ev nirx resmî ne?
Na, ne bi temamî; ev nirx di serî de ji bo bikaranîna navxweyî ya Wîkîprojeyê tên dayîn.

Nirxandina gotaran[çavkaniyê biguhêre]

Kî dikare gotaran binirxîne?
Bi giştî her kes dikare nirxa kalîteyê lê zêde bike yan jî biguhêre. Lê belê nirxa GBA (Gotarên baş) piştî nirxandina edîtorekî azad li rûpela Daxwazên nirxandinê tê pêşkeşkirin. Nirxa GB (Gotarên bijartî) piştî nirxandinên çend edîtoran li rûpela Daxwazên nirxandinê tê pêşkêşkirin.
Çawa dikarim gotarekê binirxînim?
Li tabloya #Kalîteyê binêrin; asta gotarê ya ku herî nêzîk hilbijêrin, dûre herin gotûbêja gotarê û li wir parametreya sinif li şablona Wîkîprojeyê zêde bikin. Nimûne: ji bo nirxandina gotarekê wekî "sinifa B" li şablonê |sinif=B zêde bikin. Dîsa ji bîr nekin ku divê sinifên "GB" û "GBA" tenê piştî namzedkirinê were lêzêdekirin.
Çawa dikarim bixwazim gotarekê were nirxandin?
Hûn dikarin di rûpela Daxwazên nirxandinê de navê gotarê xwe binivîsin û nirxandina gotara xwe bixwazin.

Endîşeyên gelemper[çavkaniyê biguhêre]

Kesekî şablona Wîkîprojeyê li gotarekê zêde kir lê belê gotar ne têkildarî Wîkîprojeyê ye. Divê çi bikim?
Ji ber ku gelek gotar hene divê werin nirxandin, carinan em dikarin xeletî bikin. Eger te yekî dîtibe, ji rûpelê rake û li gotûbêja gotarê yan jî li gotûbêja kesê ku vê şablonê lê zêde kiriye agahdariyek bide ku çima ev gotar ne têkildarî Wîkîprojeyê ye.
Çi bikim eger nirx li gorî min xelet be?
Nirxê biguhêre, lê belê sedemê jî binivîse. Eger kesek îtîraz bike, bi endamên Wîkîprojeyan re gotûbêj bikin û çareyekê bibînin.
Nirx ma ne subjektîv in?
Erê, hinek subjektîv in, lê belê heta niha sîstema herî baş ev e. Eger fikrekî te yê din hebe, ji kerema xwe re li ser Dîwanê gotûbêjekê bide destpêkirin.
Çima yê ku nirx lê zêde kir şiroveyekê nenivîsand?
Ji ber ku gelek rûpel hene divê werin nirxandin, em nikarin her tim şiroveyekê binivîsin. Lê belê eger pirseke te hebe, dikarî li kesê ku nirxê lê zêde kir bipirsî.