Çala Reş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Çala Reş

Çala Reş, (bi îngilîzî:Black Hole) di bingeha xwe de ji stêrkên mirî çêdibin. Gava stêrkek dimre 3 qatî roja me be, nikare di merhala Stêrka Notron de bimîne, reaksiyon û lê hûr bûn didome û di taliyê de dibe Çala Reş.

Di bingeha xwe de mirov dikare Çalên Reş (Black Holes) bibîne, rast e ew reş in, lê bandora wan li ser heyberên (objects) din di gerdûnê de xuya ye. Ramana ko dibêje ew bi tewawî reş in ne pir durist e. Rakêşa (grvitation) wan bê pîvan mezin e, ta wê radeyê ko ronahî bi xwe jî nikare ji nav derkeve, û eger foton nikaribin ji nav derkevin êdî em nikarin wan bibînin jî. Bi alîkariya bîrkariyê (mathematics) xisletên Çalên Reş hatine jimartin û encamên balkêş jê derketine. Nîvtîra (radius) gewdê ko barista (mass) stêrekê li nav bihêwire, da rakêşa wê bigehe wê hêzê, ko êdî ti foton ji nav nikaribin derkevin 3 kîlometr e. Û navê nîvtîra Schwarzschild lê tê kirin. Eger barista jibermaya stêrê weke ya Rojê be, hingî hemû jimartin li hev diguncin. Dîtane (theory) dibêje ko hêrivandina (collapse) stêrê dê berdewam bike ta ko gewdeyê wê bibe sifir. Di fîzyayê de navê tekîtiyê (singularity) li vî gewdeyî tê kirin, lê di bîrkariyê de dibêjinê xal. Çala Reşa pêşî ko hate naskirin bi navê Cygnus X-1 bû, û di Birca Qû (Swan constellation) de bû, ew kaniya tîrêjên Rontgen bû. Dema ko cihê vê Çala Reş bi serestî (exact) hate naskirin, xuya bû ko hevalpişkekê vê kaniya tîrêjên Rontgen jî heye, û ew jî superbertelaşekî şînî mezin bû. Şîtelkirineke şebengbînî (spectroscopic analysis) hişkere dike, ko ew superbertelaş di çerxeke hêkeyî (elliptic orbit) de li dora heyberekî veşartî dizîvire.

Zîrevanî du tiştan didine xuyakirin:[biguherîne]

Ya pêşî: Ji bo ko stêrek bi baristeke mezin weke ya superbertelaşê şîn bê kilkirin, dive ko barista heyberê veşartî bi xwe jî gelekî mezin be.

Ya diduyan: Ji bo ko tîrêjên Rontgen biweşin, dive tawdana (acceleration) gazên ko heyberê veşartî ji superbertelaşê şîn dimije, nêzîkî xurtbûna ronahiyê bibe.

Stephen Hawking û Çalên Reş[biguherîne]

Di sala 1974'an de Stephen Hawking modelek pêşkêş kir û tê de diyar kir ko Çalên Reş bi xwe jî dihêlin hin parçek (particle) ji Çala Reş li nav gerdûnê belav bibin. Ev diyarde (phenomenon) bi tîrêjên Hawking tê naskirin. Bi vê yekê Çala Reş beşekî ji barsta xwe ji dest dide. Ev diyarde berdewam dike, ta ko Çala Reş bi pejiqandineke pir mezin ya ji tîrêjên gama, biteqe.

Va ye ez li jêr delîlên li ser rastiya hebûna Çalên Reş li ber we dideynim:

  1. Li ezmên tîrêjên Rontgen ji xalên ko nayêne dîtin, têne weşandin û ew tîrêj hatine pîvandin.
  1. Mirov dibîne çawa stêrên mezin li dor xalên veşartî ditewtihin.
  1. Mirov dibîne çawa tîrêjên gama yên bi hêz ji ezmên dipijiqin.
  1. Hatiye dîtin çawa gaz ji stêran dipijiqin û di çerxekê de li dora heyberekî veşartî dizîzikin.
  1. Dîtaneya Rêjeyîtî ya Gelemper (Theory of General Relativity) hebûna Çala Reş girîman dike (presuppose).


Çi dikare li dijî hebûna Çala Reş hebe?[biguherîne]

  1. Zanînên me li ser Çalên Reş li ser modelan hatine avakirin û ne ji zîrevaniyên azmûnî ji hundurê Çalên Reş in. Bêne ber çavên xwe, eger kêmasî di modelên me de hebin, eger haya me jê nebe ko hemû diyardeyên hatine zêrevanîkirin, bikaribin bi awayekî din li ser bingeha fîzyayeke din, ya ko haya me jê nîne, bêne ravekirin.
  1. Pejirandina me li ser bingeha, ko gerdûn li her derî wilo ye, weke ko ji me ve tê dîtin, hatiye avakirin û ji ber wê qanûnên me yên fîzyayî li her cihê gerdûna naskirî pêk tên. Lê bêne ber çavên xwe eger em şaş bin? Çi diqewime eger gerdûn li her cihî ne weke hev e û eger hin herêmên gerdûnê li gor hin qanûnên xwezayî yên cuda ve tê ajotin, yên ko haya me jê nîne.[1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Daniel Mena, Swêd Netkurd.com, amadekar: Zagrosê Hajo