Çandina daristanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çandê çol darstanî ya genim û chestnut, Dordogne, Fransa
Kûz li bin Faidherbia albida û Borassus akeassii li nêzîkî Banfora, Burkina Faso tê çandin

Çandina çol daristanî rêbazeke birêvebirina bikaranîna axê ye ku tê de berhevokên (tekalayěn) daran li derdorê yan di nav zeviyan yan jî di merga yan de têne çandin. Çandiniya daristanî teknolojiya çandiniyê û daristanan di hev de ji bo afirandina rexstnên bikaranîna erdên berfireh, berhemdar, qezencdar, saxlem û domdar pêk tîne. Faydeyê çandiniyê ev e ku di nav de zêdekirina berjewendiya çandiniyê, kêmkirina daxorana axê, afirandina jîngehek bo jîna çolê, birêvebirina bermayiyên ajalan, zêdekirina cihêrengiya biyolojîk, çêtirkirina awayî ya axê û vegirtina karbonê ye.

Darên di pergalên çandiniyê de dikarin koçik, (darên şewatê) fêkî, gûz û hilberên din ên kêrhatî hilberînin. krdarên vê çandiniyê bi taybetî li herêmên tropîkal, nemaze li deverên xwemalî yên piçûk, bi taybetî li Afrîkaya Sub-Saharan, berbelav in. Ji ber feydeyên zêdeyê vê rêxstnê di warê çerxa xwarinê û potansiyela kêmkirina ziwabûnê de ev sîstem ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên ewropî ve hatiye wergirtin.

Çandiniya daristanî prensîbên bi krdarên pirçandî yên wekî çandiniya tevlêhevê zeviyan re parve dike lê di heman demê de dikare daristanên çandinî yên pir-teybetî yên ku bi sedan celeb hene jî tevlê bibin. Çandiniya daristanî dikare bi çandiniya baqileyan ku hevsengiya nîtrojenê axê pêk tîne feydeyê werbigire. Heman feyde dikare bi nebatên din ên ku dikarin nîtrojenê bidin rawestandin bi rêz ve têne çandin were wergirtin.

Çandîna kontourê ya bi daristankirina jiyandara re li Ferma Taylor's Run, Avustralya ve têkildar e

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]